Li hemberî hewldana girtina televîzyonên Kurd nerazîbûnên navnete
Li Ewropayê li hemberî hewldana AKP û Eûtelsatê ya ku dixwazin televîzyonên Kurd bigirin, nerazîbûn zêde dibin.
Li Ewropayê li hemberî hewldana AKP û Eûtelsatê ya ku dixwazin televîzyonên Kurd bigirin, nerazîbûn zêde dibin.
Sazî û dezgehên çapemenî û medyayê yên Ewropayê, li hemberî bêtehamuliya Tirkiyeyê ya ji televîzyonên Kurd, nerazîbûnên tund nîşan didin. Alîkarê Serokê Pen Înternatînalê ya ku saziyeke ramanê ya girîng a Ewrûpayê ye nivîskar Eûgene Scholgîn têkildarî meseleyê daxuyaniyên girîng da.
Daxuyaniyên Schoûlgîn di rojnameya Klassekampenê de ya ku li Norwecê zêde tê firotin, cihekî berfireh ji xwe re girt. Di nûçeyê de tê gotin ku, Eûtelsat biryara girtina Stêrk Tvyê daye û ev li ser daxwaza hikumeta Tirk û RTÛK’ê tê kirin.
Schoûlgîn diyar dike ku ev biryareke xemgîn û nabe ku mirov qebûl bike û dibêje “Ev bûyer nîşan dide ku hikumeta Tirk bi pêkutî û tehdîdan bandorê li ser çapemenî û medyaya derveyî Tirkiyeyê jî dike.
Di rojnameyê de qala îddîaya Serokê RTÛK’Ê Îlhan Yerlîkaya jî tê kirin ê ku dibêje “televîzyonên Kurd propagandaya rêxistinê dike”. Nivîskar Schoûlgîn vê îddîayê dibersivîne û dibêje: “ Tirkiye ji bo girtin û bêdengkirina sazî û dezgehên medyayê têgeha ‘teror’ê ji xwe re dike hincet, û jixwe zagonên Tirkiyeyê derveyî Tirkiyeyê eleqedar nake.”
Nivîskar Schoûlgîn berê jî diyar kiribû ku divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve.
YEKÎTIYA ROJNAMEVANÊN NORWECÊ: TÊKILIYÊN KÛR HENE!
Yekîtiya Rojnamevanên Norwecê jî got: “Di vê meseleyê de pereyên mezin hene!”
Li ser navê Yekîtiya Rojnamevanên Norwecê (Norsk Joûnalîstlag) Eva Stabell jî got: “Têkiliyên kûr ên Eûtelsatê û Turksatê hene” û balê dibe ser vî tiştî ku van herdu saziyan di sala 2013’an de peymanek bi hev re çêkirine û di vê meseleyê de pereyên mezin hene.
Eva Stabell diyar kir ku di vê meseleyê de wan saziyên navneteweyî agahdar kirine û Yekîtiya Rojnamevanên Fransayê jî nerazîbûn nîşanî Eûtelsatê daye.