Li Amsterdamê ji bo Gulmen, Ozakça û Gun çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, ji bo Gulmen, Ozakça û Gun çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, ji bo Gulmen, Ozakça û Gun çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi biryarnameyê ji kar hatin kirin û ji bo li karê xwe vegerin dest bi greva birçîbûnê kirine, ji bo Kemal Gun ku 77 roj in ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe di greva birçîbûnê de ye, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê çalakî hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Piştevaniya Gezî ya Hollandayê ve hate organîzekirin û dirûşma "Bibe dengê wan! Piştigiriyê bide wan" hate qîrîn.
Çalakiya ji bo destekkirina akademîsyen Nûriye Gulmen, mamoste Semîh Ozakça û Kemal Gun ê 77 roj in ji bo wergiritna cenazeyê kurê xwe di greva birçîbûnê de ne, bi beşdariya gelek Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyê pêk hat.
Xwepêşandêrên ku wêneyên her sê çalakgeran hilgirtin, li ser mijarê gelek belavok belav kirin.