Li Parîsê çalakiya ‘Raweste Erdogan, raweste Eûtelsat’
Çalakiyên protestoyê yên li paytext Parîs a Fransayê li dijî biryara Kargeha peyka Eûtelsat a Fransî ya ji bo girtina televîzyonên Kurdî hatibû destpêkirin dewam dikin.
Çalakiyên protestoyê yên li paytext Parîs a Fransayê li dijî biryara Kargeha peyka Eûtelsat a Fransî ya ji bo girtina televîzyonên Kurdî hatibû destpêkirin dewam dikin.
Endamên meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry û Normandîayê, li pêşiya avahiya Eûtelst a Parîsê standa agahdarkirinê danîn û belavok belavkirin.
Çalakgerên ku dowîzên “"Stop Erdoğan stop Eutelsat " û “Raweste Erdogan, Raweste Eûtelsat” hilgirtin, bang li Eûtelsat û AKP’ê kirin ku divê demildest dev ji vê biryara xwe ya ku ‘ximeta hişmendiya DAIŞ’ê’ dikin berdin.
Çalakiya ku heta saet 17:00’an li pêşiya avahiya Eûtelsatê dom kir, bi qîrkirina dirûşmên “DAIŞ-Erdogan terorîs, Eûtelsat Hevkar” ve bi dawî bû.
Eûtelsat a ku yekem operatora Ewropayê ye, li ser daxwza Tirkiyeyê 14’ê Nîsanê bi rêya kargehên xwe yên belavkar ferman dabû ku weşanên Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV yê qût bikin.
Eûtelsatê beriya niha weşanên televîzyonên Kurd qût kiribû. Ji ber vê sedemê Eûtelsat di Mijdara 2016’an de, ji aliyê Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê ve hatibû mehkûmkirin. Dadgerhê biryar dabû ku televîzyonên Kurdan Med Nûçe û Newroz Tv dest bi weşanên xwe bike, Eûtelsat mehkûmî tezmînatê kiribû. Weşana her du televîzyonan li ser daxwaza rayedarên Tirk di Cotmeha 2016’an de hatibû qûtkirin.