Aydar: Dozgerê Belçîkî mîna nûnerê Tirkiyeyê tevdigere

Aydar: Ev doz, dozeke li dijî tevgera Kurd e ku ji aliyê Tirkiye û hevalbendên wê ve hatiye amadekirin.

Rûniştina nû ya doza li paytexta Belçîka Brukselê li dijî 36 siyasetmedarên Kurd hate vekirin, ji bo 26-27'ê Hezîranê hate taloqkirin. Endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyî Aydar nerazîbûn nîşanî dozê da û diyar kir, dozgerê Belçîkî mîna nûnerê Tirk tevdigere û xwest, doz bê betalkirin.

Rûniştina doza li dijî 36 siyasetmedar û rojnamevanên Kurd, roja Sêşemê pêk hat. Di doza ku weke 'Doza PKK'ê li nava raya giştî tê naskirin, heyeta dadgehê di rûniştina 3'ê Mijdara 2016'an de ev biryar da bû: 'PKK têkoşîneke çekdarî dimeşîne, xebatên PKK'ê sûcê terorê nîne'. Lê belê ji ber îtiraza dozgeriyê, rûniştina dozê roja Sêşemê ji nû ve hate dîtin û bêyî biryarek were dayîn ji bo 26-27'ê Hezîranê hate taloqkirin. Yek ji siyasetmedarên Kurd ên doz lê hatiye vekirin Zubeyîr Aydar li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Ev doz, dozek li dijî tevgera Kurd e ku ji aliyê Tirkiyeyê û hevalbendên wê ve hatiye amadekirin." Aydar diyar kir, dozgerê Belçîkî mîna nûnerê Tirkiyeyê tevdigere û nerazîbûn nîşan da.

'EV YEK OPERASYONEKE NATO'YÊ YE'

Aydar bibîr xist, doz li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye vekirin û got, "Di dema vekirina dozê de Tirkiyeyê dixwest li hemberî Başûrê Kurdistanê operasyonê bike. Bi taybetî generalê Tirk Edîp Başer wê demê zextek li generalên DYA'yî yên li nava NATO'yê dikir. Lê belê DYA xwe nêzî operasyoneke bi vî rengî nake. Li pêşberî vê yekê, li dijî me dozeke wiha hate destpêkirin. Ji ber vê yekê, ev operasyoneke NATO'yê ye. Ji xwe ev rastî di îfadeya hin midûrên polîsan ên di çarçoveya operasyonên Fethûllah Gulen de hatin binçavkirin, derket holê. Û vê yekê di belgeyên Wîkîleaksê de cih girt." Aydar destnîşan kir, ku doz siyasî ye.

Aydar bibîr xist, ku heyeta dadgehê di rûniştina bihurî de biryara "PKK têkoşîneke çekdarî dimeşîne, xebatên wê ne sûcê terorê ye" daye, lê belê dozgerê ku mîna nûnerê Tirkiyeyê tevdigere, îtiraz kiriye.

Aydar ragihand, li ser îtiraza dozger, di 9'ê Gulanê de careke din rûniştina dozê pêk hat û wiha dewam kir: "Mixabin dozgerê Belçîkî mîna serdozgerê komarê yê Enqereyê îdîayên bêbingeh û xwe bi xwe pûç dike, tîne ziman. Di vê rûniştinê de jî ev bi awayekî vekirî hate dîtin. Di dosya dozê de 36 kes hene, lê belê sûcdariyên li wan tê kirin, şênber nîne. Ti sûcekî pê tên sûcdarkirin nîne, detayek nîne. Dadgehê jî pirsî û dozger tengav bû. Ji ber vê yekê jî hinek dem xwest. Heta 2'ê Hezîranê dem jê re hate dayîn. Sûcdariyên ku tên ziman, pêkenokî ne. Bi temamî li ser têzên Tirkiyeyê tê meşandin."

'DOZGER MIROVÊN BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN NABÎNE'

Zubeyîr Aydar destnîşan kir, ku beşeke girîng a bajarên Kurdistanê ji nexşeyê hatine birin û got, "Li Roboskî, piraniya wan zarok 33 sivîl bi bombeyên balafirên şer ên Tirk hatin kuştin. Par di vê wextê de li Cizîrê zêdeyî 100 mirov li jêrzemînan bi saxî hatin şewitandin. Hê jî cenazeyê hin ji wan nehatiye teşxîskirin. Ev komkujiya li Cizîrê bi rengekî berfireh di raporên Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan de cih girt. Dozgerê Belçîkî mîna dozgerekî Tirkiyeyî ji bo me mehkûm bike serî li vê rêyê dide. Lê belê, sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê tên kirin, sûcên şer, bajar û gundên hatine şewitandin û xerakirin, îşkence, kuştina li naverastê, şewitandina mirovan li jêrzemîna avahiyan û ekolojiya her roj bi bomberdûman ê tê xerakirin, qet nabîne. Qet balê nakişîne ser wê mijarê û ji hovîtiya li wir re dibe temaşeker. Eger hinekî xwe bitehibanda û çavek li biryarên 30 salên dawî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Tİrkiyeyê binêriya, wê mutalayeke bi vî rengî nenivîsanda."

Aydar diyar kir, ev doz dozeke siyasî ye û got, "Ti eleqeya vê dozê bi hiqûqê re nîne. Em hêvîdar in wê ev dadgeh, biryara dadgeha beriya xwe erê bike, îtirazên aliyê Tirk û dozger cidî nebîne û dozê bigire."