Eûtelsat li Brîghton û Romayê hate protestokirin
Biryara rawestandina weşana 3 televîzyonên Kurdî ku ji aliyê Kargeha peyka Eûtelsatê ya Fransî, li Qiraltiya Yekbûyî û Îtalyayê hate protestokirin.
Biryara rawestandina weşana 3 televîzyonên Kurdî ku ji aliyê Kargeha peyka Eûtelsatê ya Fransî, li Qiraltiya Yekbûyî û Îtalyayê hate protestokirin.
Di pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Sûsexê ya ku xebatan li Qiraliyeta Yekbûyî dide meşandin, Kurdistanî li ser rêya herî qelebalix a bajarê Brîghtonê kom bûn, hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk ptotestokirin.
Çalakgerên ku nerazîbûn nîşanî biryara girtina her 3 televîzyonên Kurd dan, diyar kirin ku wê li cih li gel çapemaniya Kurd bigirin û destnîşan kirin ku çapemeniya azad azadiya civakê ye.
Çalakgerên ku gotin: “Çapemeniya Kurd nayê bêdengkirin û tarîkirin”, dirûşmên ku hevkariya Eûtelsat û Erdogan şermezar dikin qîr kirin û belavok belavkirin.
Rêveberên Komeleya Çanda Kurd a Ararat ku li Îtalyayê li gel rêveberên Eûtelsatê civiyan, diyarkirin ku wê kenalên Kurd tarî nekin.
Li gorî agahiyên ku hatin girtin, rêveberan di hevdîtinê de ev tişt gotine: “Yên ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov û diktatoriya Erdogan gav bi şûnde neavêtin kenalên Kurdî ne. Ev kenalên televîzyonê deng û rûmeta gelê Kurd in. Em li bendê ne ku bi lezgîn dev ji vê biryara xwe berdin.