DÎDF'ê di hilbijartinên NRW de ji bo Partiya Çep bang kir

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) bang kir, ku di hilbijartinên Eyaleta Nordrheîn Westfalenê de deng ji Partiya Çep re were dayîn.

Hilbijartinên Parlamenta Eyaleta NRW, wê 14'ê Gulanê roja Yekşemê were kirin. Ev hilbijartin, ji bo hilbijartinên giştî yên meha Îlonê weke testekê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya DÎDF'ê de bang hat kirin, ku deng ji Partiya Çep (Dîe Lînke) re were dayîn, ku li dijî şer û kêmkirina mafên civakî derdikeve.

Di banga hilbijartinê ya DÎDF'ê de wiha hat gotin, "Partiya Çep, ku di lîstiya xwe de li cihekî ku karibin bên hilbijartin 3 namzetên Tirkiyeyê bi cih kiriye. Xwedî bernameyeke hilbijartinê ye ku xwecihiyan û koçberan digihîne hev. Lewma weke DÎDF'ê em bang li dengdêrên ji Tirkiyeyê dikin ku di 14'ê Gulanê de biçin se sindoqan û deng bidin Partiya Çep a li dijî nîjadperestî, dijminatiya li biyaniyan, cihêkarî û kêmkirina mafên civakî ye. Deng bidin Partiya Çep ku dixwaze li her qadê xwecihî û koçber xwedî mafên wekhev bin."