AvEG-Kon: Eûtelsatê tifaqa xwe ya gemarî îspat kir
AvEG-Konê got, "Şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsat careke din hewl dide qenalên televîzyonê yên Kurd bigire" û bang lê kir, ku dawî li vê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
AvEG-Konê got, "Şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsat careke din hewl dide qenalên televîzyonê yên Kurd bigire" û bang lê kir, ku dawî li vê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.
AvEG-Konê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Eûtelsat li ser daxwaza Saziya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) ya ser bi AKP'ê ve, hewl dide qenalên televîzyonê yên gelê Kurd bigire. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Eûtelsatê bi vê helwesta xwe re tifaqa xwe ya gemarî ya bi dewleta Tirk re îspat kiriye.
AvEG-Kon ev êrîşa li dijî azadiya nêrîn û çapemeniyê şermezar kir û got, "Eûtelsat ku beriya niha bi neheqî Mednûce TV girt û ji aliyê dadgeriya Fransayê ve hate mehkûmkirin, niha jî ji bo sekinandina weşana News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV ketiye nava liv û tevgerê."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk ji 15'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve bi biryarnameyên Rewşa Awarte re bi dehan qenalên radyo, televîzyon, rojnameyên mûxalîf û malperên înternetê girtiye û hat gotin, "Hikumeta AKP'ê nikare xwe li dengekî cuda rabigire. Bi rengekî bêsînor dest li kes, sazî û beşên civakê yên ne ji xwe werdide. Bi rêya Eûtelsatê dewleta Tirk ji bo bêdengkirina qenalên televîzyonê yên li derveyî Tirkiyeyê ketiye nava tevgerê. Em ê nehêlin ku dewleta Tirk mafê agahîgirtinê yê gelên me ji destê me bigire.
Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê bi durûtî li helwesta êrîşkar a Eûtelsatê ya li dijî televîzyonên Kurd temaşe dikin. Feraseta demokrasî û azadiya çapemeniyê ya van welatan, cihê fikaran e.
Eûtelsat veguheriye Turksat a di kontrola Erdogan û AKP'ê de ye. Em bang lê dikin ku dawî li vê tifaqa xwe ya gemarî bîne û ji gelên xwe jî dixwazin ku li dijî vê êrîşkariyê bisekinin."