Hikumeta Baselê li dijî ajanê Tirk kete dewrê
Wezîrê Edaletê ya Kantona Baselê diyar kir, mirovên ku dibêjin; polîsê Swîsreyî yê Tirk ê ku derket holê ajanê dewleta Tirk e ew mexdûr kirine, dikarin bi rengekî şexsî serî li Dozgeriya Baselê bidin.
Wezîrê Edaletê ya Kantona Baselê diyar kir, mirovên ku dibêjin; polîsê Swîsreyî yê Tirk ê ku derket holê ajanê dewleta Tirk e ew mexdûr kirine, dikarin bi rengekî şexsî serî li Dozgeriya Baselê bidin.
Polîsê Swîsreyî yê bi eslê xwe Tirk Y.S. ku derket holê ajantî ji dewleta Tirk re kiriye, bi sûcdariya ku wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye û agahiyên veşartî derxistiye derve, di çarçoveya doza Dozgeriya Baselê de hatibû girtin. Derketibû holê, ku dadgehê wezîfeya vî polîsî jê girtibû û ji bo bi rengekî negirtî were darizandin, serbest berda bû.
Parlamenterên Partiya Sosyalîst ên Kantonê nerazîbûn nîşanî vê krîza ajantiyê dan û destnîşan kirin, ku rewş gelekî cidî ye û divê ev doz bi vî rengî neyê nixumandin. Ji bo eşkerebûna têkiliyên vî polîsî di nava UETD de, parlamenteran pêşniyar pirsek pêşkêşî Hikumeta Baselê kirin û xwestin bersiv ji wan re bê dayîn.
Pêşniyar pirs bi îmzeya Parlamentera Partiya Sosyalîst a Kantona Baselê Ûrsûla Metzger ve duh radestî Wezîrê Edaletê yê Hikumeta Kantona Baselê Baschî Durr hate kirin. Di pêşniyar pirsê de 11 pirs hatin kirin û bersiva wan hate xwestin.
Di pêşniyar pirsê de li têkiliyên Y.S. hate pirsîn û hat xwestin, ku bê lêkolînkirin bê Y.S. navê kîjan mûxalîfên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li Baselê daye dewleta Tirk.
Y.S. XWE ÇAWA GIHAND DANEYÊN POLÎSAN
Di pêşniyar pirsê de bal hat kişandin ser wêneyekî civîna rayedarên UETD a li civekî Navenda Polîsên Baselê û hat xwestin bê eşkerekirin, ku rola Navenda Polîsên Baselê di vê krîza ajantiyê de çi ye û polîs Y.S. xwe çawa gihandiye daneyên polîsan.
WEZÎRÊ EDALETÊ: EM MIJARÊ BI BALDARÎ LÊKOLÎN DIKIN
Ji ber karê bi biryar ê parlamentên Partiya Sosyalîst, hikumeta Kantona Baselê bersiv da pêşniyar pirsê.
Wezîrê Edaletê Baschî Durr di bersiva xwe de ragihand, ku polîsê navborî Y.S. ji wezîfeyê hatiye girtin û bi rengekî negirtî tê darizandin. Durr anî ziman, ku ew mijarê bi baldarî lêkolîn dikin.
SERLÊDANÊN ŞEXSÎ DIKARE LI DOZGERIYA BASELÊ WERIN KIRIN
Wezîr Durr diyar kir, ew fikarên kesên ku dibêjin agahiyên wan ji dewleta Tirk re hatine şandin, cidî dibînin û got, ev kes dikarin bi rengekî şexsî serî li Dozgeriya Baselê bidin.
Wezîrê Edaletê destnîşan kir, ku ew li ser xebaten ajantiyê yê kesê navborî disekinin û anî ziman, qanûnên Swîsreyê wê di dewrê de bin.