Serfermandarê BOG’ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da

Serfermandarê BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku beşdarî operasyona rizgarkirina Reqayê bû, di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.

Ûlaş Bayraktaroglû yê ku serfermandarê Partiya Komunarên Şoreşger/Hêzên Azadiyê yênYkbûyî (BOG) ye û tevlî QSD’ê beşdarî Operasyona Xezeba Firatê bû, jiyana xwe ji dest da. BOG’ê daxuyanî da û got ku, Bayraktaroglû di şerê bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest daye.

Bayraktaroglû di Gulana 2013’an de di dema Geziyê de hatibû girtin û demekê di girtîgehê de mabû û piştre hatibû berdan.

BOG’ê di daxuyani de wiha got: “Ûlaş Bayraktaroglû yê ku di nav têkoşînê de xwe bi pêş ve biriye û di her çeperê de şer kiriye, di pêngava Reqayê de jiyana xwe ji dest daye. Serekê Partiya Komunarên Şoreşger û Serfermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) ji bo şoreşê beşdarî karwanê nemiran bû.”

Di daxuyaniyê de ji bo Bayraktaroglû wiha hate gotin: “Ûlaş Bayraktaroglû di jiyana xwe de bêyî sekin û westandinê, li her çeperê û bendan bêyî tirs û xof şer kir. Di şer de armanca wî serfirazî bû. Fermandarekî wisa ye ku ne bi tenê ji bo şoreşa Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo hemû şoreşên cîhanê jiyana xwe da vê rêyê.”