Li Parîs û Den Haagê Eûtelsat hat protestokirin

Li paytexta Fransayê Parîs û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li hemberî gefa Eûtelsatê ya li ser televîzyonên Kurdan çalakiyên protestoyê hate lidarxistin.

Çalakiyên protestokirina Eûtelsatê didomin. Li Parîsê li pêşiya avahiya Eûtelsatê roja Sêşemê konê protestoyê hatibû vedan û ev çalakî roja Çarşemê jî dom kir.

Endamên meclîsa Navenda Civakî ya Kurdan a Creîl û Vîllîers Le Belê di standa agahdarkirinê ya li ber avahiya Eûtelsayê belavokên li ser têkiliya Eûtelsatê û AKP’ê ya ku feraseta wê ya DAIŞ’ê ye belav kirin.

Çalakvanan bang kirin ku bila gelê Kurd li her derê çalakiyan li dar bixin û hevkariya Dewleta Tirk û Eûtelsatê teşhîr bikin û xwedî li televîzyonên xwe derkevin.

Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a li Hollandayê (DemNed) jî bi heman armancê li Den Haagê li pêşiya Parlementoya Hollandayê çalakiyeke protestokirinê organîze kir. Di çalakiyê de Hevseroka DemNed’ê Alîye Varto bi zimanekî tund Eûtelsat rexne kir. Varto nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewrûpayê jî da û banga bihistyariyê li raya giştî kir.

Eûtelsat li ser daxwaza Tirkiyeyê di 14’ê Nîsanê de ferman dabû kargehên belavker ku weşanên Stêrk Tv, News Channel û Ronahî Tv yê werin sekinandin.

Berê jî Eûtelsat weşanên televîzyonên Kurdan dabû sekinandin. Eûtelsat di Sermaweza 2016’an de li Dadgeha Ticarî ya Parîsê hatibû gilîkirin. Dadgehê biryar dabû ku weşanên Med Nûçe Tv û Newroz Tv yê bila were destpêkirin û cezayê tazmînatê li Eûtelsatê birîbû.