Kedkarên civakî yên ku diyar kirin ku rewşa Gulmen û Ozakça gihiştine asta kirîtîkê, peyama ku heta hem kedkarên bê maf û hiqûqî ji kar hatine derxistin vegerin ser karê xwe wê li qadan bin dan.
Endamên Eniya Kedkarên Civakî û Şaxa No 3 a Egtîm Sen a Stenbolê yên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, ji bo kedkarên perwerdehiyê Gulmen û Ozakça yên ku ji kar hatiye derxistin li Enqerê di roja 64’an a greva birçîbûnê de ne, bi daxwaza vegere ser kar çalakiyekî rûniştinê bi qasî saetekê lidar xistin. Di çalakiya kedkarên civakî beşdar bûn de, endamên Kedkarên Civakî yên ku bendên polîsan ên danîn protestokirin, çalakiya rûniştinê ji derveyî bendan lidar xistin. Kedkarên ku wêneyên Gulmen û Ozakça hilgirtin, li pişt pankartên bi nivîsên “Ji bo jiyîn û dayîna jiyîn dengek tu jî bide. Divê Nûriye û Semîh bijîn” û “BHQ dikûje, em ji jiyanê hes dikin” rûniştin. Kedkara derxistina bê maf û bêhiqûqî ya kedkara bi tilîlî û çepikan protestokirin, bi yek dengî dirûşmên “Em nabin mehmûrê AKP’ê”, “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne”, “Wê serkeftin ya kedkarên berxwedêr be”, “Bêdeng nebe, qîr bike jiyan mafê te ye”, “Em ê karê xwe bistînin” û “Em teslîmî tarîtiyê nabin” qîr kirin.
‘HATA KU KEDKARÊ DAWÎ VEGERE SER KARÊ XWE EM Ê LI QADAN BIN’
Di çalakiyê de kedkarên ji kar hatin dûrxistin axivîn. Di destpêkê de Nûriye Şîmşek a ku ev 21 sal in endamê perwerdehiyê ye mafê axaftinê girt, diyar kir ku weke Nûriye û Semîh bi daxwaza vegerin ser karê xwe li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê di nobedê de ye. Şîmşek a ku nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da got: “Bi vî awayî dixwaze me ji gel îzole bike; dixwazin weke sûçdar nîşan bidin. Dibe ku ji ber vê be têkoşîna Nûriye û Semîh a bi mehan e nayê bihîstin.” Şîmşek diyar kir ku heta Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) de bên betalkirin û hemû kedkar vegerin ser karên xwe wê qadan neterikînin.
Piştî Nûriye Şîmşek, Yilmaz Yildiz ê ku 25 sal e kedkarê Tenduristiyê ye axivî. Yildiz diyar kir ku bi BHQ di rojekê de bi sedan kerker ji kar hatin dûrxistin. Yildiz diyar kir ku mafê herî pîroz û bi nirx mafê xweparstin û îfadekirinê ye. Yildiz bibîr xist ku Nûriye û Semîh ji bo carekî din vegerin ser karê xwe yên ku bi salan ked dayî benda xwe dan ber birçîbûnê. Yildiz ê ku bang li polîsên pişt bendan kir û got: “Yek ji cihê ku herî zêde ji kar hatin dûrxistin emniyet e. Gelek hevalên me yên ku nikarin mafê xwe biparêzin serî li komeleyan dan.”
‘DIVÊ NÛRIYE Û SEMÎH BIJÎN’
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxê No 3 a Egtîm Senê Ayfer Koçak ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi BGQ bê ku delîlekî şêber bê nîşandan di şevekê de 1542 jê kedkarên perwerdehiyê bi giştî 105 hezar kedkarên civakî di şevekê de ji kar hatin dûrxstin. Koçak diyar kir ku Nûriye û Semîh tam ev 64 roj in di greva birçîbûnê de ye. Koçak bibîr xist ku di her kêliyê de Gulmen û Ozakça bi xeteriya seqetî û mirinê re rû bi rû bimîne. Koçak bang li hikûmetê kir ku “têkeve tevgerê”.
Kedkarên civakî diyar kirin ku çi bi serê Nûriye û Semîh bên hikûmet jê berpirs e, çalakiya xwe bi bi dirûşma “Zext nikarin me bişkînin” qîr kirin bi dawî kirin.
Kedkarên Civakî ji bo piştgiriyê bidin Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça wê sibehê di saet 14:00’an de li Qada Azadî ya Bakirkoyê çalakiya greva 24 saetan bide destpêkirin, di saet 19:00’ê şevê de jî wê li Qada Îskele ya Kadikoyê jî ligel hêzên demokrasiyê daxuyaniyekî girseyî bidin.