Li Îzmîr û Eskîşehîrê operasyona qirkirina siyasî

Li Îzmîr û Eskîşehîrê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê bi ser malên endam û rêveberên Devrîmcî Partî de girtin. Di encama serdegirtinê de 11 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de hilgirtina wêneyên kesên ku di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hincet hate nîşandan û hate gotin têkildarî kesên ku hatine binçavkirin ‘îxbar’ heye.

Navê 10 kesên ku hatine binçavkirin: Firat Ortaş, Omer Yilmaz, Eyûp Dagli, Meltem Akgol, Ufuk Bozkurt, Dîren Aslan, Orhan Kiliççioglu, Jiyan Yildiz, Denîz Sînan Kocabiyik, Ayşe Ozturk.

ESKÎŞEHÎR

Li Eskîşehîrê jî polîsên Tirk bi ser malan de girtin, tevî rêveberên HDP’ê û xwendekaran 6 kes hatin binçavkirin. Yên ku hatine binçavkirin, piştî ku tendiristiya wan hate kontrolkirin, ew birin Qereqola Polîsan a Ertûgrûlgazî.

Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Rêveberê HDP’ê yê berê Enver Tek, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Odunpazarî Mustafa Kartaş, Rêveberê Navçeya Odunpazari yê HDP’ê Ahmet Etîke, xwendkarên Zanîngeha Anadoluyê D.A, M.A û xwendekarê Zanîngeha Osmangaziyê A.G.