Kurdên li Elmanyayê li dijî Eûtelsatê dadikevin qadan

Kurdên li Elmanyayê, wê li 6 bajaran biryara Eûtelsatê şermezar bikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan bang li her kesî kir, ku piştgiriyê bidin televîzyonên Kurdan.

Kurdên li Elmanyayê dijîn, ji bo xwedî li qenalên televîzyonê yên Kurdan Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê derkevin û şîrketa Fransayê Eûtelsatê şermezar bikin, wê sibe li 6 bajaran xwepêşandanên girseyî lidar bixin.

Xwepêşandan wê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin û wê li bajarên Berlîn, Hambûrg, Frankfûrt, Hannover, Dusseldorf û Stûttgartê werin lidarxistin.

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan bang li Kurdan û hêzên demokratîk kir, ku tevlî xwepêşandanan bibin. Dogan bibîr xist, Serokkomarê Tirk Erdogan gelek qenalên televîzyonê, radyo û rojname li Tirkiyeyê girt, bi sedan rojnamevan xiste girtîgehê û hewl dide vê yekê li Ewropayê jî bike. Dogan diyar kir, saziyên Ewropî jî ji bo berjewendiyên xwe dibin hevparê vî sûcî û bang li alîgirên demokrasiyê kir, ku li dijî vê biryara neheq dengê xwe rakin.

'EÛTELSAT MÎNA DÛVIKA RTUK'Ê YE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan bi zimanekî tund biryara şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsatê şermezar kir û got, "Ev şîrket li dijî Kurdan weke dûvika RTUK'ê ya li Ewropayê tevdigere. Medya Kurd, ji ber ku li nava rejîmeke zordar a Tirkiyeyê nikare xwe îfade bike, li Ewropayê di nava zor û zehmetiyên giran de weşanê dike. Lê belê miameleyên li vê derê lê tên kirin, ne kêmî yên li Tirkiyeyê ne. Ev biryar, êrîşeke mezin a li dijî azadiya raman û çapemeniyê ye. Eûtelsatê beriya niha jî bi rengekî neheq qenalên Med Nûçe TV û Newroz TV girtibû. Tevî ku ji aliyê dadgeriyê ve hate mehkûmkirin jî ji bo weşana News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV bisekinîne, kete nava liv û tevgerê. Ev yek nîşanî me dide ku Eûtelsat li gorî daxwaz û fermanên ETUK'ê tevdigere."

BANGA PIŞTGIRIYÊ LI HER KESÎ KIR

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan diyar kir, wê li dijî vê biryara Eûtelsatê sibe li 6 bajarên Elmanyayê çalakiyan lidar bixin û ev agahî da: "Ev demeke li gelek bajarên Elmanyayê bi vê armancê kon tên vedan. Gelê me bi gelek xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dide. Sibe wê li 6 bajarên Elmanyayê xwepêşandanên girseyî bên lidarxisitn û em ê vê biryara Eûtelsatê li kolanan şermezar bikin. Em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk, çep, sosyalîst, bawermendan û endamên çapemeniyê dikin ku li dijî vê biryarê me re bimeşin û nerazîbûnê nîşan bidin."

MEŞ Û MÎTÎNGÊN LI 6 BAJARAN

Cihên ku meş û mîtîng lê werin lidarxisitn ev in:

BERLÎN
Cih: Alexanderplatz
Saet: 17:00

 HAMBÛRG
Cih: Hauptbahnhof- Hachmannplatz
Saet:15:00

 HANNOVER
Cih: Hauptbahnhof
Saet:14:00

 DUSSELDORF
Cih: Pêşiya DGB-Haus
Saet: 13:00

 FRANKFÛRT
Cih: Li Kaiserstr. a li pêşberî Hauptbahnhofê
Saet: 14:00

 STÛTTGART
Cih: Lautenschlagerstr a li pêşberî Hauptbahnhofê
Saet:14:00