Kendal: Divê em li dijî yên dixwazin dengê me bibirin bisekinin

Hevseroka NCDK-S Kendal got, hewl tê dayîn mafê agahîgirtinê yê gelê Kurd di ber peymanên bazirganiyê de ji holê were rakirin û bang li gelê Kurd kir, ku dakeve qadan û xwedî li televîzyonên xwe derkeve.

Ji ber hewldana girtina qenalên televîzyonê yên Kurdan Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, nerazîbûna Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropayê, zêde dibe.

Naveda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swîsreyê (NCDK-S), ku li Swîsreyê 10 şaxên xwe û bi hezaran endamên xwe hene, bang li her kesî kir ku li dijî zextên li hemberî televîzyonên Kurd dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

KENDAL: DIXWAZIN MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ GELÊ KURD BIKIN QURBANÊ PEYMANÊN BAZIRGANIYÊ

Hevseroka NCDK-S Hatîce Kendal ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li dijî Eûtelsatê ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û dixwaze weşanên televîzyonên Kurdan bisekinîne, ew ê li her devera Swîsreyê ya lê bi rêxistin in, dakevin qadan.

Kendal ragihand, şîrketa weşanê ya Fransayê Eûtelsat, bi rê û rêbazên li derveyî qanûnan dixwaze weşana televîzyonên Kurd bigire û got, tê xwestin mafê agahîgirtinê yê 40 mîlyon Kurdan bikin qurbanê peymanên bazirganiyê.

'DIVÊ EM DAKEVIN QADAN Û XWEDÎ LI TELEVÎZYONÊN XWE DERKEVIN'

Kendal destnîşan kir, zextên li televîzyonên Kurd tê wateya hevkariya pêkanînên faşîzan, înkar û tekparêziyê yên dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Feraseta weşana rasteqîn a televîzyonên Kurd hin kesan aciz dike. Televîzyonên me dengê me ne. Ewropa, li şûna ku cihê xwe li cem gelê Kurd bigire, bi hevkariya bi kujerên Kurdan re dixwaze dengê gelê Kurd bibire. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."

Kendal ragihand, ew ê li her devera Swîsreyê ya lê bi rêxistinin, çalakiyan lidar bixin û xwedî li televîzyonên Kurdan derkevin. Herî dawî Kendal got, "Em Kurdistaniyên li Ewropayê, divê li her cihî dengê xwe bilind bikin û xwedî li televîzyonên xwe derkevin."

'BÊDENGIYA EWROPAYÊ TÊ WATEYA HEVKARIYA ÎNKARKIRINA KURDNA'

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lozanê Ogûz Tokar û Derya Çelîk jî ji kameraya me re axivîn û êrîşên li dijî televîzyonên Kurdan bi tundî şermezar kirin. Tokar û Çelîk got, ew ê çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li televîzyonên xwe bidomînin.

Hevserokan bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşên li dijî televîzyonên Kurd şermezar kirin û destnîşan kirin, ku bêdengiya Ewropayê tê wateya hevkariya polîtîkayên înkarkirina gelê Kurd. Hevserokan bang li jin, ciwan û tevahiya Kurdên li Ewropayê kirin, ku dakevin qadan û xwedî li televîzyonên xwe derkevin.