Li Brîtanyayê kongreya Meclîsa Gelê Kurd hate avakirin

Li Brîtanyayê bi beşdariya 500 kesan, Meclîsa Gelê Kurd 11’emîn kongerya xwe ya asayî lidar xist.

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ya ku yek ji rêxistina asta herî jor a saziyên Kurd li Qiraliyeta Hevpar xebatên xwe dimeşîne 11’emîn kongerya xwe ya asayî lidar xist û hevserokên xwe yên nû hilbijartin. Her wiha di kongreyê de jî navê meclîsa xwe weke Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Londrayê guhertin. Di encama hilbijartina hate kirin de hevserokên meclîsê Devrîm Has û Dr. Îbrahîm Yahlî hatin hilbijartin.

Kongreya ku li Navenda Civaka Kurd a li Harrîngayê hate lidarxistin, nêzî 500 endamên meclîsê û nûnerên saziyan beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê hate girtin û şûnde, bi hilbijartina dîwanê re kongre destpê kir.

Di gotûbêjên bûyerên dawî yên li Kurdistan, Tirkiyeyê û Cîhanê diqewim hatin nirxandin de, beşdarvanan jî nirxandinên xwe kirin. Di nirxandinan de herî zêde bûyerên ku li Tirkiye û xeta sînorê Rojava de diqewimin û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan derketin pêş.

Piştî nirxandinên siyasî hatin kirin û şûnde, rapora xebatên salekê yên meclîsê û rapora darayiyê ji aliyê Hevserok Evrîm Yilmaz ve hate xwendin. Di rapora xebatê hatin kirin hate nirxandin de, cihekî berfireh ji bo kêmanî û nebesiyên tên jiyîn hatibû cudakirin, ji bo demê pêş pêşniyarên çareseriyê hatin kirin. Piştî kû rapor ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin û şûnde, derbasî hilbijartinê bûn.

Piştî ku deseteyke ya hilbijartinê ku ji 5 kesan pêk tê hate diyarkirin û şûnde, lîste hatin amadekirin û hilbijartin destpê kir. Di hilbijartina ku ji bo hevserokatiyê 2 kes ketin pêşbaziyê de, di tevahî hilbijartinê de 280 delege deng bikar anîn. Di encama hilbijartinê de Dr. Îbrahîm Yahlî 192 deng bi dest xist û weke hevserokê nû hate hilbijartin. Meclîsa Jinan a Roj ku roja berê wê kongreya xwe lidar xistibûn, Devrîm Has jî weke hevserok Meclîsa Gelê Kurd hatibû hilbijartin û dest bi erka xwe kiribû. Di hilbijartina hate kirin de jî 55 kes ji bo endamtiya meclîsê jî hatin hilbijartin.

Kongreya ku encamên dengan heta derengiya şevê dom kir, piştî ku encam hatin eşkerekirin û şûn de Hevşaredarên Meclîsa Gelê Kurd spasiya kesên ku beşdar bûne kirin, diyar kirin ku wê xebat bi hemû leza xwe bidomin.