Cezayê girtina heta bi hetayê li çeteyê 'artêşa azad' hat birîn

Çeteyekî ku rola xwe di înfazkirina 20 leşkerên rejîma Sûriyeyê de heye, li Awûstûryayê bi cezayê girtinê yê heta bi hetayê hate cezakirin.

Çeteyê 27 salî yê welatiyê Sûriyeyê, di Hezîrana 2016'an de li kampeke penaberan a li bajarê Kûfsteînê hatibû binçavkirin. Di doza der barê vî çeteyî de biryar hate dayîn.

Ev kesê ku tê zanîn endamê koma çete ya bi navê 'Artêşa Sûriyeya Azad' e, tê gotin ku di salên 2013 û 214'an de li Hûms û derdora wê bi xwe înfaza gelek leşkeran kiriye. Hat ragihandin, çeteyê navborî di îfadeya xwe ya binê çavan de gotiye, wî 20 leşkerên rejîmê 'hal kiriye', lê belê ev îfadeya xwe li dadgehê înkar kiriye.

Ji ber ku vî kesî îfadeya xwe red kir, li tercûmanê di binê çavan de îfadeya wî wergerand, weke şahid hate guhdarîkirin.

Li gorî agahiyan, çeteyê navborî li kampa penaberan a lê bû gotiye, 'wî gelek leşkerên rejîmê yên birîndar kuştiye'. 

Li gorî hiqûqa Awûstûryayê, vî çeteyî sûcê şer kiriye. Heyeta dadgehê jî cezayê girtîgehê yê girtina heta bi hetayê li çeteyê 27 salî birî.