Şaredarê Cenevreyê banga hiqûqê li Tirkiyeyê kir

Li Zanîngeha Cenevreyê ji bo Gulmen û Ozakça yên ku 63 roj in di grevê de ne, çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin.

Şaredarê Cenevreyê Remy Paganî di çalakiyê de axivî û got: “Têkoşîna Gulmen û Ozakça têkoşîna edalet û demokrasiyê ye”. Paganî banga hiqûqa navneteweyî li Tirkiyeyê kir û wiha got: “Ez bûm şahidê wêrankirina Kurdistanê.”

Ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku ji bo vegerin karê xwe ketine greva birçîbûnê li Zanîngeha Cenevreyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

SÛSTAM: TIRKIYE BER BI RÊVEBERIYEKE TOTALÎTER VE DIBIN

Di daxuyaniyê de Akademîsyenê Aştiyê Engîn Sûstam jî axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê ya akademîsyenan ketiye roja 63’emîn. Sûstam qala polîtîkayên antîdemokratîk ên Tirkiyeyê kir û bal bir ser qirkirinên li Kurdistanê yên ku bi destê Erdogan hatine kirin.

Sûstam destnîşan kir ku AKP û Erdogan Tirkiyeyê ber bi rêveberiyeke totalîter ve dibin.

‘EZ BÛM ŞAHIDÊ WÊRANKIRINA KURDISTANÊ

Di daxuyaniyê de Şaredarê Cenevreyê Remy Paganî jî axivî û got: “Ez bûm şahid ku dewleta Tirkiyeyê çawa Kurdistan wêran kir. Min hilweşandina Sûrê dît a ku UNESCO’yê ew xistibû bin kontrolê. Tiştên pêk hatin ti eleqeya xwe bi dewleta hiqûqê re tune ye.”

Piştî axaftinan çalakî bi çepikên xwendekaran ve dawî bû.