Ji bo wênegirê Fransî yê ku li Tirkiyê hatî girtin bang

22 rêxistin û saziyên çapemenî yên qada li navneteweyî xwestin, wênegirê Fransî Mathîas Depardon ê ku li Tirkiyê girtî ye serbest were berdan.

Daxuyaniya hevpar ji hêla RSF, Federasyona Nûçegihanên Navnetewî :(FIJ) Komeleya Nûçegihanên Profesyonel a Belçîka (AJP) û 19 saziyên çapemeniyê ve hate dayin. Di nav van de Lîberatîon, Humanîtê, Le Fîgaro, Express, Le Monde, Der Spîegelî, Natîonal Georgraphîc û The Sunday, Tîmes Magazîne hebûn.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku Depardon demildest serbest were berdan. Wênegirê Fransî ê 37 salî ev 5 sal in li Tirkiyê bû. Daraza Tirk bi hinceta ku di medyaya sosyal de propagandaya PKK’ê kiriye Depardon girt.

RSF’ê jî daxuyanî da û got, "Ti hinceteke ku rayedar Depardon bigirin nîn e. Derbarê wî de beriya bi hefteyekê biryar hatiye dayin ku were dersînorkirin. Li gel vê jî nayê fêhmkirin bê ka çima dema binçavkirina wî hatiye zêdekirin."