'Hilbijartinên li Îranê sextekarî û lîstikeke şano ye'

Rêveberên rêxistin û partiyên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê dixebitin gotin, erk hemû di destê lîderê rûhanî Alî Hamaney de ne û diyar kirin, hilbijartina Rûhanî yê 'reformxwaz' wê tiştekî neguherîne.

Ji Komîteya Swêdê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîr Babakrî bibîr xist, rejîma li Îranê destûrê dide tenê endamên komên gel û baweriyan ên diyarkirî tevlî hilbijartinê bibin.

POLÎTÎKAYÊN EV 38 SAL IN TÊN MEŞANDIN, WÊ DEWAM BIKIN

Babakrî anî ziman, Mola û Hamaney bi rengekî vekirî eşkere kirine, ku serokkomarê were hilbijartin nikare polîtîkaya Îranê biguherîne û diyar kir, welat ji aliyê 12 kesên di nava Konseya Parastina Destûra Bingehîn de cih digirin ve tê birêvebirin. Babakrî got, "Hilbijartina dawî ya li Îranê hate kirin nîşan dide ku polîtîkayên 38 salên dawî yên li Îranê wê dewam bikin. Ji bo gelan wê rewş hê nebaş bibe."

ÎRAN BI RÊYA HILBIJARTINÊ JI NAVA KAOSA HEYÎ NIKARE DERKEVE

Hamîd Aliyalî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî destnîşan kir, ku ew nikarin ji bo Îranê qala pêkhatina hilbijartineke demokratîk bikin û got, "Encamên hilbijartinê ne girîng e. Hêza ku polîtîkaya hundir û derve ya Îranê diyar dike, lîderê rûhanî Alî Hamaney e."

NÎVÊ CIVAKÊ JIN E, LÊ LI DERVE HATIN HIŞTIN

Endama Koordînasyona Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Leyla Abdavî hilbijartinên li Îranê şiband lîstikeke şano û anî ziman, rewşa jinê di hilbijartinan de ji nedîtî ve tê û hem li Îranê, hem jî li cîhana derve nehatiye nîqaşkirin.

Abdavî diyar kir, 139 jinan ji bo serokkomariyê namzetiya xwe eşkere kirin, lê belê rejîmê namzetiya ti ji van qebûl nekir û got, "Kesî ev helwesta rejîmê nîqaş nekir. Jin nîvê civakê ne, lê ji destpêkê ve li derve hatin hiştin. Li Îranê ku welatekî Şîa ye, qanûnên şerî li ser kar in. Di qanûnan de wekheviya jin û mêr nîne. Ji jinan re tê gotin, 'hûn nikarin werin hilbijartin, hûn ancax dikarin deng bidin'. Li Îranê mijare herî ecêb ev e."

Abdavî destnîşan kir, ku ji bilî rêxistinbûn û berxwedanê, ti alternatîfa jinan li Îranê nîne.

HILBIJARTIN SEXTEKARIYEK E, KU JI BO XAPANDINA CÎHANA DERVE HATIYE KIRIN

Ji Konseya Parastinê ya Têkoşîna Azadiyê ya Gelên Îranê (Shora) Mehrnosh Shafîee, hilbijartin weke sextekariyekê bi nav kir, ku ji bo xapandina cîhana deve û gelên Îranê hatiye kirin.

Shafîee got, "Ya li Îranê hat kirin hilbijartin nîne. Du kesên tên naskirin an jî du namzetên herî nebaş derxistin pêşberî gel. Ji bilî van her du kesan, ti alternatîfa gel nebû ku hilbijêre. Mîna ku nexweşiyên kolera û ta danîn ber gel û jê xwest, ku yekê ji van hilbijêre. Ji vê re jî dibêjin hilbijartin. Bi gotina, 'eger hûn yekî ji van hilnebijêrin wê Îran veguhere Sûriyeyê' û çavên gel tirsandin." Shafîee anî ziman, hilbijartina di nava van şert û mercan de hate kirin demokratîk nîne û vîna gel nîşan nade.

HETA KU HAMANEY BIRYARÊ BIDE, NE GIRÎNG E BÊ KÎ SEROKKOMAR BE

Ji PJAK'ê Yûsûf Soltanî jî ragihand, heta ku hemû erk di destê lîderê rûhanî Alî Hamaney de be, encamên hilbijartinên li Îranê wê ne girîng bin û got, "Serokkomar kî dibe bila bibe, heta ku qanûn û polîtîkaya bê diyarkirin ji aliyê Hamaney ve neyê erêkirin, wê nikaribe bikeve meriyetê. Rûhanî bixwaze jî nikare hin qanûnan bide qebûlkirin. Di heman demê de Hamaney û derdorên mûxafazakar, welêt di kontrola servîsa îstîxbaratê û artêşê de digirin. Heta ku ev hêz erê nekin, Rûhanî nikare tiştekî bike."