NAVDEM sibe kongreya xwe wê li Frankfûrtê pêk bîne

Yek ji rêxistina herî mezin a Kurdan NAVDEM sibe kongreya xwe ya 4’an wê li Elmanya, Frankfûrtê pêk bîne.

Kongreya ku wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê pêk were wê du rojan bidome.

Têkildarî kongreyê ji NAVDEM Bahattîn Dogan axivî. Dogan got kongreya wan wê bibe kongreya nûjenbûnê û zêdetir bala xwe bidin rêxistinbûyinê. Dogan diyar kir ku ew ê nêzîkatiya Elmanya ya li Kurdan jî binirxînin û got: ‘’ Heke em rewşa Kurdan bidin ber koçberên din ên ku li Elmanya dijîn helbet pirsên Kurdan ên ku li bendê ne werin çareserkirin zêdetir in. Pirsa sereke ew e ku Kurd hê jî bi rengê Kurdbûnê nayên naskirin, welatê wan hatiye dabeşkirin û tim qada şer e. Pirsên din ên sosyal, kulturî, aborî, perwerdehî û hwd. ji vê pirsa sereke dertên. Ji bo vê jî ji destpêkê ve hedefa herî sereke ya xebatên me yên vir ew e ku li dijî hewldana tinekirina Kurdan a fizîkî, siyasî, aborî, sosyal, ziman, çand, dîrok û sirûştî em hewl didin li vir xebatên polîtîk, dîplomatîk dikin.’’

Dogan bi berdewamî ji bo kongreyê banga tevlêbûnê kir û got: ‘’di asta xwecih û eyaletan de ji bo ku em jêrzemîna sazîmaniya xwe ya xebata modêla xwe ya nû li hemû qadan pêk bînin û bibin serî di serî de meclîsên Navenda Civaka Demokratîk em bang li gelê xwe yê vir dikin ku bi rengekî çalak xwe tevlî nav sazî û dezgehên civakî netewî yên demokratîk bikin, bang li rêveber û endamên van saziyan dikin ku bi çalak tevlê pêvajoyê bibin.’’