Ji Cinêv-6’ê jî tiştek derneket

Ji civîna Cinêv-6’ê ku mezintirîn hêza siyasî û leşkerî  a herêmê Kurd nehatibûn vexwendin tiştek derneket.

Li Cinêv ya Swîsre bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi mebesta ku ji bo şerê navxweyî yê Sûriyê çareseriya siyasî were dîtin ev caran 6’an e ku civîn pêk tê lê bêyî ku encamek jê derkeve dîsa bi dawî bû.

Şandeya rejîmê ya bi seroktiya Beşşar el  Caferî û şandeya Komîteya Bilind a Muzakereyê ya ku ji ‘muxalefet’ê pêk hatî, 16’ê Gulanê li bûroya Neteweyên Yekbûyî civiyan, Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan de Mîstura û ekîba wî cuda cuda bi şandeyan re rûnişt.

De Mîstura li gor biryara 2254’an a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê bi aliyan re civiya, 4 rojan tenê li ser mijarên teknîk ên destûrdanîna sekinî.

REJÎM HEBÛNA MUXALEFETÊ DÎSA QEBÛL NEKIR

Civîn di rewşeke rageşiyê de pêk hat, şandeya rejîmê weke carên dî, vê carê jî diyar kir hêzên ku bi navê muxalîf in temsîla Sûriyê nakin, ev kom ji hêla hin dewletan ve têne destekkirin ku dixwazin Sûriyê dabeş bikin.

DE MÎSTURA: EM LI SER DESTÛRA NÛ RAWESTIYAN

Piştî ku Cinêv-6 qediya de Mîstûra ji çapemeniyê re axivî û got dema ku wan hev dîtiye li ser destûrdanînê nîqaş kirine û got,’’naveroka destûra nû em hazir nakin. Wê destûreke çawa were danîn gelê Sûriyê wê biryarê li ser bide. Em tenê li ser mijarên teknîk axivîn.’’

De Mîstûr got civîn Hezîranê dibe ku dîsa dest pê bikin û got, ‘dîroka civîneke dî ne diyar e lê em dixwazin hevdîtinan berdewam bikin’’