Ji bo Gulmen û Ozakça li Beşîktaşê nobed hate girtin

Ji bo piştgiriya kedkarên perwerdehiyê Nûriye Gulmen û Semîk Ozakça yên ku li hemberî jikar derxistinên ne hiqûqî 73 roj in di greva birçîbûnê de ne, li Beşîktaşê nobed hate girtin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) ji bo piştgiriya kedkarên perwerdehiyê Nûriye Gulmen û Semîk Ozakça yên ku li hemberî jikar derxistinên ne hiqûqî 73 roj in di greva birçîbûnê de ne, nobed girtin. Hêzên demokrasiyê yên ku bûn dengê Kemal Gun ê 71 salî yê ku ji bo cenazeyê kurê wî bidinê 86 roj in di greva birçîbûnê de ye diyar kirin ku li hemberî polîtîkayên hikumetê wê li ber xwe bidin.

‘HEKE EM TÊNEKOŞIN WÊ CIVAK BI SAXÎ TÊKEVE GORÊ’

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar ji aliyê parêzvana mafên mirovan Mîne Nazarî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi Rewşa Awarte re bi hezaran kes ji kar hatin avêtin, rojname û tv hatin girtin û ji ber parvekirinên medyaya civakî bi sedan kes hatine girtin. Nazarî got: “Gulmen û Ozakça nîşanî me da ku maf û azadî bi berxwedanê dikarin werin bidestxistin” û diyar kir ku Kemal Gun jî ji bo ku cenazeyê kurê xwe werbigire li Dêrsimê 86 roj in di greva birçîbûnê de ye.”

Piştî daxuyaniyê peyamên ji bo hevgirtin û piştgiriyê hatin xwendin.