Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Yuksekdag: HDP serbilind e û bi ser dikeve

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji kongreya partiya xwe re peyam şand û got: ‘’Ji neçarî lê bi dilerehetî ez peywir û pozîsyona xwe ya Hevserokatiya Giştî dewr dikim’’

Yuksekdag got, ‘’Ên ku bi serfiraziyên derew xwe dixapînin, desthilatdariya xwe ya bê qanûn û bê rêgez tenê bi amûrên zorê li ser piyan dihêlin, hezkirinê Qesrê li cem dîrokê ne xwedî ti hikmî ne’’

Yuksekdag got HDP ‘’partiya wan kesan e ku serî natewînin û li dijî pereyan, çek û artêşan bi serbilindî li ser piyan in û bi ser dikevin’’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji kongreya partiya xwe re peyam şand û got, ‘’ji neçarî lê bi dilrehetî peywir û pozîsyona xwe ya Hevseroktiya Giştî dewr dikim’’

Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyamek ji Kongreya HDP’ê re şand.

‘ÊN KU LI BER XWE DAN BI SER KETIN’

Yuksekdah di peyaman xwe de wiha got, ’Ên ku bi serfiraziyên derew xwe dixapînin, desthilatdariya xwe ya bê qanûn û bê rêgez tenê bi amûrên zorê li ser piyan dihêlin, hezkirinê Qesrê li cem dîrokê ne xwedî ti hikmî ne. Di referandûmê de vîna gel a siyasî ya ku derketî holê ji hêla desthilatdariya AKP-Qesrê ya yek zilam û yek partiyê ve hatiye vetokirin. ‘’

Yuksekdag bi domdarî bal kişande ser hêla berxwedaniyê ya partiya xwe HDP’ê û got: ‘’partiya me partiya wan kesan e ku serî natewînin û li dijî pereyan, çek û artêşan bi serbilindî li ser piyan in û bi ser dikevin.’’

 ‘JI NEÇARÎ LÊ BI DILREHETÎ DEWR DIKIM’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag herî dawî got her çendî kongreya HDP’ê ji ber neçariya qanûnî pêk hatibe jî di heman demê de wê bibe amadekiriya haziriyeke xurt ji bo dema nû, ji ber ku wekîltî û endamtiya wê ya partiyê hatiye desteserkirin dibe ku ew ji hêla destûrê ve peywira xwe ya Hevseroktiya Giştî dewr bike lê dîsa jî peywira wê ya ji bo partî, gel, doza aştî, ked û azadiyê bê navber dom dike û wiha got: ‘’Ez bawer im ku em ê bi serkeftî ji vê pêvajoya dijwar derba bibin. Ji neçarî lê bi dilrehetî peywir û pozîsyona xwe ya Hevseroktiyê dewr dikim’’