Li Fransayê Kurd xwedî li televziyonên xwe derdikevin

Li berperavên Evry, Vîllîrs Le Bel û Vîllîeneûve Saînt Gorges ên Parîsê çalakiyên ''Hûn nikarin dengê me bibirin” hatin lidarxistin

 

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo kenalên televziyonên Kurd News Channel, Stêrk Tv û Ronahî Tv ku ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê Eûtelsatê ve dixwazin weşana wan bigrin, li 3'ê navendan çalakiya protestokirinê hatin lidarxistin.

EVRY

 Li bajarê Evry ê Parîsê ji bo xwedîderketina televîzyonên Kurdî çalakî hate lidarxistin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry, çalakiya ku hate lidarxistin Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Kurdistaniyên ku di saetên şevê de li pêşiya Gara Brîgnyê kom bûn, bi dirûşmên “Ji sansûra Erdogan û Eûtelsatê re Na” belavok belavkirin.

Serokê Şaredariya Grîgnyê Phîlîpe Rioû yê ku beşdarî çalakiyê jî bo wiha got: “Em ê her demê li cem têkoşîna bi maf a gelê Kurd dide meşandin cih bigirin. Em rê qebûl nakin ku li Fransayê zextê li ser çapemeniyê bidin meşandin.”

VÎLLÎERS LE BEL

Li ber peravê Vîllîers Le Bel a Parîsê AKP û Eûtelsat hate protestokirin.

Di meşê de dirûşmên “Diktator Erdogan, Eûtelsat hevkar” hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Bel Dogan Kahraman jî axivî û got: “Weke Kurdistaniyên ku li Fransayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û xwedî li televîzyonên xwe derbikevin, em ê her rojê li qadan bin û berxwedanê mezin bikin.”

VÎLLÎENEÛVE SAÎNT GOREGES

Eendamên Komîteya Têkiliyên Derve yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîeneûve Saînt Gorges, ji bo balê bikişînin ku naxwazin televîzyonên Kurdî bên gitin, dosyayek pêşkêşî rojnameya Fransî Le Parîsîenê kirin.