Li Osloyê protestokirina Îranê
Li Osloyê hilijartinên li Îranê hat protestokirin.
Li Osloyê hilijartinên li Îranê hat protestokirin.
Rêxistina PJAK a Norwecê bi armanca protestokirina hilbijartinên antî-demokratîk ên li Îranê, îro li pêşiya sefaretxaneya Îran a li Oslopyê çalakiyek lidarxist.
Girseya gel li pêşiya sefaretxaneyê ji bo şehîdên şoreşê û siyastemedarên Kurd ên ku li Îranê hatine darvekirin, deqeyek rêz girtin û dest bi çalakiya xwe kirin.
'TI FERQ Û CUDAHÎ DI NAVBERA NAMZETAN DE NÎNE'
Li ser navê Komîteya PJAK a Norwecê Nîştîman Sardashtî belavoka bi zimanê Farisî xwend û diyarkir ku hilbijartina serokkomariyê ya li Îranê ji bo pirsgirêkan nabe çareserî.
Li ser navê Meclîsa Osloyê û Ciwanên KURD-UNG jî bi zimanê Norwecî axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku ti ferq û cudahî di navebera namzetan de tune ye.
Nûnerê PYD'ê yê Norwecê Serbest Alî jî diyar kir ku ji bûyerên li Sûriyeyê para herî mezin a rejîma Îranê ye. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên siyasî yên hatine darvekirin Ferzad Kemanger, Ferhad Wekilî, Elî Heydariyan, Mehdî Îslamyan, Şirîn Elemhûlî, Habîbûllah Gûlperîpûr, Reza Mamedî û Şêrko Maarfî û alên PJAK, KJAR, PKK û KCK'ê hatin rakirin.
Gelê Norwecê jî piştgirî da çalakiyê.