Meseleya Incîrlikê hikûmeta Elman kir du beş

Rageşiya bi sedema Baregeha Incîrlikê ya di navbera Elmanya û Hikûmeta AKP’ê de di serî de ji hêla Serokwezîr Merkel û ekîba wê ve hewl hate dayin ku were nermkirin, lê Wezîrê Karê Derve Gabrîel li dijî helwesta hikûmetê helwest nîşan da.

Wezîrê Berevaniyê Ursula von der Leye jî ji bo alternatîfê seriyek dabû baregeha li Urdunê û hatiye diyarkirin ku ‘çavdêriyeke baş’ e pê re çêbûye.

Wekîlên Elman xwestibûn ku biçine Baregeha Incîrlikê lê hikûmeta AKP’ê destûr nedabû û ji bo vê jî rageşiyek çêbûbû. Ev rageşî hê bi dawî nebûye. Tê zanîn ku di navbera hevkarên desthilatdariyê CDU û SPD’ê de lihevnekirinek heye.

 ‘HER KU KAR ZEHMET BÛN EM NIKARIN DEV JI PRENSÎBÊN XWE BIQERIN’

Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel di serdema Meksîkayê de axivî û ji bo ku Merkel li dijî Tirkiyê ‘ji krîzê direve’ rexne li Merkel anîn. Gabrîel diyar kir ku mesele ne tenê ew e ku leşkeran bişînin baregeheke dî lê meseleya esasî ‘prensîb’i n.

Gabrîel li dijî daxuyaniyên berdevkê hikûmetê û endamê CDU’yê Steffen Seîbert helwest nîşan da û ji bo ku gotibû balafirên Awacsê yên NATO’yê yên li Konyayê nayên vekişandin helwest nîşan da. Gabrîel diyar kir ku Seîbert li ser navê Merkel axiviye û ji bo vê helwesta ‘reva ji krîza bi Tirkiyê re’ rexe kir.

Sîhmar Gabrîel got, ‘’Ez fêhm dikim ku birêz Seîbert ji konfrontasyona bi Tirkiyê re bireve. Lê dixwazim vê bibêjim; li vir mijar ew e ku her dema kar zehmet bûn em ê prensîbên xwe li hêlekê bihêlin yan na.’’

WEZÎRÊ BEREVANIYÊ YÊ CDU’YÊ ÇÛ BAREGEHA ALTERNATÎF A URDUNÊ

Li hêla dî li gel vê lihevkirina di navbera SPD û CDU’yê de jî, wezîrekî dî yê CDU’yê piştî serdana Urdunê daxuyaniyek da.

Wezirê Berevaniyê Ursula von der Leyen têkildarî Baregeha El Azrak ku di nav heftiyê de çûbû, got, ew bûye xwedî ‘çavdêriyeke erênî’’ Von der Leyan diyar kir veguhaztiya ji Incîrlikê ya ji bo baregeha ku alternatîf e hinek wê demê bistîne û ji bo vê jî ev dibe sedem ku navberek bikeve têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê.

Tê payin ku piştî civîna NATO’yê ku dawiya vê heftiya li Brûkselê wê were kirin, wê biryar were dayin bê ka 260 leşkerên Elman ên li Baregeha Incîrlikê bişîin Urdunê yan na.