Demîrtaş banga ‘’Plana Têkoşîna  Demokrasî û Aştiyê’ kir

Demîrtaş ji kongreya derasayî ya partiya xwe re peyam şand û banga amadekirina ‘’Plana Têkoşîna Demokrasî û Aştiyê’ kir. Demîrtaş her wiha bal kişande ser giriginya Mutabaqata Dolmabahçeyê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê ji Girtîgeha Edîrne, Tîpa F peyamek ji Kongreya 3’an a Derasayî ya partiya xwe re şand. Peyamana Demîrtaş ji hêla Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ve hate xwendin.

Demîrtaş di destpêke de got ‘’ji ber sedema rehîneyên siyasî ne’’ ew bi fizikî ne li kongreyê ne lê  bi dil û rih kelecaniya kongreyê dijîn.

PIŞTÎ 7’Ê HEZÎRANÊ DARBEYEKE SIYASÎ HATIYE KIRIN

Demîrtaş di peyama xwe de diyar kir piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê darbeyeke siyasî li ser HDP’ê dest hatiye kirin û ew bi operasyona tasfiyekirina siyasî re rû bi rûne, ku ev operasyon hê jî berdewam dike û heta niha ji 5 hezaran zêdetir rêveber, endamên partiyê yên HDP’ê hatine girtin.

JI TÊKOŞÎNÊ EM PAŞ VE VENAKIŞIN

Demîrtaş bal kişande ser biryara dadgehê ku pê wekîltî û endamtiya  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ket û diyar kir, ti hikmê vê biryarê li cem wan nîn e, ew bi hevseroktî an jî wekiltiyê dest bi têkoşîna azadî, demokrasiyê nekirine û ji hêla zordaran ve ev sifetê wan were xistin jî ew ê gavekê jî ji têkoşîna xwe bi paş ve neçin û got, ‘’Birêz Yuksekdag ji bo me wekîla me ye ku ji hêla gel ve hatiye hilbijartin û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya birûmet, şoreşger e.’’

Demîrtaş bi berdewamî diyar kir her çendî ew ê di peyama xwe ya kurt de nikaribe bi dirêjî nirxandinên siyasî bike jî diyar kir ew dixwaze balê bikişîne ser  şikestinên girîng û ev şikestin wiha bi vegot: ‘’Ya pêşî piştî 7’ê Hezîranê darbeya siyasî û konsepta şer a ku hatiye sazkarkirin; ya duyê jî,; hewldana darbayê ya 15’ê Temûzê; ya sêya jî referandûma 16’ê Nîsanê ye’’ û got mexdûrê her sê şikestinan jî gel e, çewisandî ne.

‘DIVÊ PLANA TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ WERE AMADEKIRIN’

Demîrtaş bi domdarî got ya normal û girîng siyaseta demokratîk e, şer û tundî ne rewşeke normal e, li dijî mirov û sirûştê ye û ji bilî xweparastina meşrû û neçar a zindiyan ti rêbaza tundiyê ew qebûl nakin û ev jî weke ‘’helwesta rêgezî’’ bi nav kir.

Demîrtaş got ew ê dev ji gotin aştiyê neqerin lê bi vê re ew berpirsyariya xwe bi temamî bi cih nayînin û wiha got:

 ‘’Ji bo vê jî divê bi desteka hemû heval, rêveberên me yên partiyê, bi desteka hemû sazî û pêkhateyên me divê ‘’Plana Têkoşîna Demokrasî û Aştiyê’’ bi rengekî berbiçav were amadekirin. Divê hemû avaniya partiya me, dostên me, pêkhateyên me li vê planê xwedî derbikevin û ji bo ku pêk were jî dive xîreteke mezin nîşan bidin. Ji ber berpirsyariya xwe ya siyasî, em li hundir jî bin, li derve jî bin, em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.’’

‘DIVÊ EM HÊVIYA AŞTIYÊ BIQÊRIN’

Demîrtaş bi domdarî got divê em armanc bikin ku siyasetê bikin rewşeke normal, divê em cihokan vekin ku bikaribin têkoşînê  bi rengê aştî û demokratîk bidomînin.

Demîrtaş herî dawî bal kişande ser  Mutabaqata Qesra DolmaBahçeyê û got:  Divê em hêviya xwe ya aştiyê ku bi kedeke mezin me pêk anîbû lê bi ser nexistibû û herî dawî li Qesra Dolmabahçeyê hatî veşertin careke dî û bi rengekî xurt ji nû ve biqêrin. Xwedîderketina li nirxên demokratîk ên Komarê, temamkirina kêmasiyên wê, rastkirina şaşîtiyên wê, bi demokratîkirina Komarê re pêkan e. Di welatê hevpar de ji bo jiyaneke wehev û bi xwîşk û biratî, bi rengê welatiyên wekhev ên birûmet ên Komareke xweyî demokrasiyeke xurt, ji bo ku em bi dostanî hev hembêz bikin, em bang li we hemûyan dikim ku bi wêrekî em rabin.’’