Yildirim: Dijminatiya li Kurdan bi AKP’ê dide windakirin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Yildirim diyar kir Erdogan ji DYE’yê destvala vegeriyaye û dijminatiya li Kurdan bi AKP’ê dide windakirin

Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim bal kişande ser çûna Erdogan a DYE’yê ya bi mebesta pêşîlêgirtina destkeftiyên Kurdan a li Rojava û got, ‘’ji DYE’yê destvala vegeriyan’’

 ‘JI DYE’YÊ DESTVALA VEGERIYAN’

Yildirim li ser hevdîtina Erdogan û şandeya wî ya li DYE’ê jî got, ev hevdîtin 20 rojan di rojeva Tirkiyê de bû, lê bêyî ku tiştekî bi dest ve bînin, destvala vegeriyan. Yildirim got, ‘’ Di hevdîtina 20 deqe de ez bawer nakim ku li ser Sûriyê 2 deqe jî peyivîbin. Li ser meseleyên cudatir peyivîne. Rewşa Tirkiyê ya aborî ne baş e. Li gel vê ez dibêm li ser Reza Zarrab û Fethullah Gulen dibe ku axivîne. Tirkiye weke her welatî dikare ji bo xwe xetên sor diyar bike. Lê xeta xwe ya sor divê ji bo çareserikirina meseleyan a bi rêya diyalog, muzakere û rêyên aştiyê diyar bike.’’

‘SIYASETA XWE LI SER DIJBERIYA KURDAN AVA KIRINE’

Yildirim got polîtîkaya dewleta Tirk xwe li ser dijberiya Kurdan ava kiriye û got: ‘’Beriya bi 2 salan dema ku hevserokê PYD’ê Salih Muslim hatî Tirkiyê û hatî pêşwazîkirin parêzvanên serokwezîrtiyê ew heta bi balafirxaneyê birin. Niha dema ku em li wan rojan difikirin wê demê hêza Tirkiyê ya efektîf li Rojhilata Navîn zêdetir bû. Hêza mudaxîlbûna li polîtikayên Sûriyê bêhtir diyarker bû. Rewşa Tirkiyê wê demê ji hêla aborî û sosyal ve ji ya niha gelekî baştir bû, niha heke di vê rewşê de ev encama vî şerî ye ku li ser dijberiya Kurdan hatiye avakirin û li derve jî ji ber sedema kultura siyasetê ya bi pevçûnê ye.’’

 ‘HEKE DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN BI PEVÇÛN BÎININ…’’

Yildirim diyar kir ku heke Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn polîtîkayên wê binbandor bin û diyarker be divê bi lezginî dev ji polîtîkayên bi pevçûn berde û di pirsa Kurd a 100 salî de ku bûye birîneke civakî divê ji bo çareseriyê diyalog û çareseriyê deynin ber xwe. Yildirim bi domdarî got, ‘’Heta ku ev mesele neyê çareserkirin wê hewceyî dewletên derve be, zêdetir wê jiya xwe were xwarê, wê ne li gorî berjewendiya gelê xwe lê lê gorî berjewendiya wan dewletan ku li cem wan ji ya xwe tê xwarê bimeşe. Heke Tirkiye di nêzîktirîn demê de meseleya Kurd çareser bike di serî de li Rojhilata Navîn li qada navnetewî dikare bibe welatekî xurt û bi serbixwe tevbigere.’’