Ne bi dilê dadgeha Elman bû, ji kesê zanyar re got, ‘’alîgir e’!
Şandeya dadgehê di doza siyasetmetdarê Kurd de, ku li Stûttgard a Elmanya dihate darizandin destûr neda ku proseforê destûrê Dr. Norman Paech biaxive.
Şandeya dadgehê di doza siyasetmetdarê Kurd de, ku li Stûttgard a Elmanya dihate darizandin destûr neda ku proseforê destûrê Dr. Norman Paech biaxive.
Dadgehê li ser Paech ku di platformên navnetewî de di mijara Kurdistanê de kesekî zana ye, got, xwedî ramanên alîgir e.
Parêzerên Muhsîn Kaya daxwaz kirin ku di doza Muhsîn Kaya de, ku roja Sêşem û Çareşemê hate dîtin, li Prof. Dr. Norman Paech were guhdarîkirin. Lê şandeya dadgehê bi hinceta ku Paech ‘alîgir’ e ev daxwaz red kir.
LI GORÎ DADGEHÊ ZANYAR ‘ALÎGIR’ E
Şandeya dadgehê li ser Prof. Dr. Paech ku di pşatforma navnetewî de li ser Kurdistanê ramanên wî têne qebûlkirin, got, xwedî tezên wiha ye ku PKK’ê mafdar derdixîne, ji bo vê jî ‘alîgir’ e û nabe ku li dadgehê lê were guhdarîkirin. Şandeyê piştre biryar da ku raporeke dî ya li ser geşedanên Kurdistanê û Tirkiyê were xwendin.
Bi israra parêzeran di rûniştina 4’ê Gulanê de gotara Paech a bi navê ‘’Pirsa Kurd û hiqûqa navdewletî’’ hate xwendin û bi daneyên zanistî hatibû vegotin bê ka çima PKK ne rêxistineke terorîst e.
Zanyar bal kişande ser wê ku civakên ku mafê wan ji dest wan hatine standin, xwedî wî mafî ne ku dikarin mafê xwe biparêzin û biryara dadgeheke Brûkselê ya têkildarî çalakiyên PKK’ê yên li Tirkiyê bi bîr xist ku di biryarê de hatibû gotin,’’Ji bo ku di nav çarçweya têkoşîna çekdarî de ye, nabe sûcê terorê’’
PROF NORMAN PAECH KÎ YE?
Li Elmanya di mijara geşedanên Rojhilata Navîn têkiliyên navnetewî û hiqûqa navdewletî de gele caran serî ramanên Paech tê xistin. Paech ji 40 salî zêdetir e ku doza Kurdistanê dişopîne û li welatê xwe yek ji wan kesan e ku destekê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.