Tayyîp Erdogan li Brûkselê li pey provakasyonane!

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, tê payîn ku hefteya bê ji bo beşdarî lûtkeya NATO bibe wê biçe Brûkselê, ji niha de alîgirên wî ketine seferberiyê.

Serokê Şaredariyê diyar kir ku rê nadin alîgirên Erdogan xwepêşandan lidar bixin.

Erdogan ê ku diçe her welatî li gel xwe şidetê jî dibe, vê carê li Brûkselê li pey pravakasyonane. Alîgirên Erdogan, plan dikin ku wê şeva 24’ê Gulanê li pêşiya Balafirgeha Zaventemê wê Erdogan pêşwazî bikin, her wiha xwe amade dikin ku li pêşiya otela ku wê li Brûkselê bimîne jî xwepêşandanekî girseyî lidar bixin.

Ev çalakiya provakatîf, ji aliyê Yekîtiya Tirkên Demokra ên Ewropa (ÛETD) ku rêxistina parelel a AKP’ê ya Ewropayê ye ve hatiye plankirin. Serlêdana ÛETD ya ji bo destûrgiritna xwepêşandana alîgirên Erdogan ji aliyê Serokê Şaredariya Brûkselê Yvan Mayeûr ve hate redkirin.

Mayeûr di daxuyaniya 12’ê Gulanê de dabû, diyar kiribû ku di vê mijarê de zelal in û got: “Bi boneya vê serlêdanê li ser xaka Brûkselê rê nadin ti çalakiyê bi armanca piştgirîkirina Erdogan.” Serokê Şaredariyê yê Partiya Sosyalîst wiha got: “Bi hatina Birêz Erdogan a vir û pîrozkirina wê nayê qebûlkirin. “

Serokwezîr Charles Mîchel jî diyar kiribû ku rê nadin Tirk pirsgirêkên xwe yên siyasî veguhezin Belçîkayê.

Serlêdana Erdogan a sala 2015’an a Brûkselê bibû mijara sosretê. Qada Stephanîe ya ku li nêzî cihê Erdogan û hevjîna xwe lê dima bi alên Tirkan û posterên Erdogan hatibûn dagirkirin. Ji ber nerazînebûna hikûmetê ya li hember vê helwestê seferên tranvayê yê Avenûe Loûîse heta direngiya şevê hatibûn betalkirin, tirfîka bajêr ji çûn û hatinê re asê bibû.

Di dema kampanayay hilbijartina referandûma 16’ê Nîsanê de jî alîgirên AKP’ê vê hilbijartinê, afîşên bi awayê şerê “Kevan-Xaç” sembolîze kirin, daliqandin. AKP Belçîka li ser hesabê Facebookê Erdogan weke “ Liderê Cîhanê” îlan kir, 24’ê Gulanê roja Pênçşemê di saet 18:00’an de bê ku agahî bide gel vexwendibûn Qada Stephanîeyê.