Di kongreya HDP’ê de bang: Em li hev bicivin; em ê bi ser bikevin

Di kongreya HDP’ê de metna bi sernavê “Em Têkoşînê Hevpar Pêş Bixin” hate eşkerekirin.

Di metnê de ev tişt hate gotin: “Em bang li welatiyên xwe dikin ku hêza xwe bi ya mere bikin yek. Ji bo me tevan qûwet be. Bi teqez em ê bi ser bikevin.” Di kongreyê de ji jinan û ciwanan jî li dijî tecrîdê peyam hebûn.

Di dawiya 3. Kongreya Rewaş Awarte a de “Metna Çarçoveyê” hate eşkerekirin. Di kongreyê de metna ku bi ser navê “Em Têkoşînê Hevpar Pêş Bixin” ji aliyê Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sarûhan Olûç ve hate xwendin ev tişt hate gotin:

Pêşveçûnên piştî referanduma ku rewatiya wê ya demokratîk tune û Tirkiye ber bi kasoê ve dibe tenê bi rêya Qanûna Demokratîk û têkoşîna demokratîk a hevpar pêkane. Bi têkoşîna hevpar rê li pêş zext û tundiyan tê girtin. Divê em di riya demokratIîkbûnê de gavên nû bavêjin. Ji bo demokratîkbûna civakê pêş bikeve û qanûna bingehîn a azad, wekhev, demokratîk û tevlêker bê avakirin pêdivî bi Qanûna Bingehîn a Demokratîk heye. Ji bo têkoşîna demokratîk a nû divê hemû cudahî, reng, bawerî û nirxên civakê li ser esasê wekhevî û edaletê bên parastin. Divê peymana nû ya civakê bê sazkirin û ji bo qanûna bingehîn a demokratîk tevgerek demokratîk bê sazkirin. Ev erk û peywira esîl a hêza demokratîk û komara demokratîk û piralî ye. HDP, di vî milî de çi bikeve ser milê wê dê bike. Xwedî biryar û vîne ku bi hemû saziyên demokratîk, rêxistinên sivîl, rêxistinên kedê û hemû beşên civakê re bide û bistîne û bi hemû beşên civakê re di nava tevger û têkoşînê de be. Amade ye ku bibe hevpar û şirêkê Qanûna Bingehîn a Demokratik, rêgezên demokratîk a gerdûnî, mafên mirovan û azadiyan, peymana demokratik a navneteweyî.

Şer û alozî şert û sedema hebûna îktîdarê ye. Îktîdar bi tarza dijminantî, hesûdî, kîn, şer, hewl dide ku îktîdara xwe biparêze. AKP ji bo îktîdara xwe biparêze, serî li kaos û perçekirina civakê dike.
Ji bo Tirkiye ji siyaseta şer dûr bikeve divê teqez polîtikayên aştî û demokrasiyê bide pêş xwe. Divê li ser esasê muzakereyan tev bigere û têbikoşe. Ji bo aştî pêş bikeve û rê li pêş şer bê girtin divê qanûna demokratîk ku hemû reng, bawerî, ziman, çand û nasnameyan diparêze bê avakirin. Divê li ser esasê aştî, wekhevî û yekîtiya gelan qanûn bê avakirin û hemû mafan mîsoger bike û biparêze. Jiyana aştiyane mafê mirovan ê bingehîn e. Li welatê ku aştî tune be, mafê jiyanê jî tune ye. Li welatê aştî tune be ewlehiya jiyanê jî tune ye. Têkoşîna demokrasiyê di heman demê de tekoşîna aştiyê ye.
Divê berî her tiştî siyaseta demokratîk li herêmê aştiyê pêş bixe. Divê ji bo vê yekê têkoşînê pêş bixe. Berê jî di dîroka komarê de hin hewldan pêk hatin û hat dîtin ku pirsgirêka kurd bi riya muzakere û diyalogê dikare bê çareserkirin. Li Tirkiye di salên 2013-2015'an de hat dîtin ku bi riyên demokratîk û muzakereyan hat sînorê aştî û çareseriyê. Piraniya civakê jî ev pêvajo parast û piştgirî da vê pêvajoyê.
Ji bo diyalog û çareserî ji nûve pêş bikeve divê berî her tiştî tecrîda li ser Birêz Ocalan ku ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha didome bê rakirin. Divê rêya îmraliyê bê vekirin.

Gelê kurd, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha li dijî polîtîkayên zilam sekna xwe ya bibiryar di referandumê de nîşan da û polîtîkayên şer û qeyûmê redkirin. Ev sekn hezkarina aştî û azadiyê ya gelê kurd nîşan dide. Wekî Hevserokê Giştî yê paratiya me Selahattîn Demîrtaş jî bang kirî, peywira me hemû aliyane ku em “Plana têkoşîna Aştî û Demokrasiyê” amade bikin. Divê hemû hevpar, dost û partiya me xwedî li vê planê derbikevin û ji bo bikeve meriyetê hewl bidin.
Jinan li dijî hemû êrîşên îktîdarê yên hemberî destkeftiyên wan seknekek bi biryar nîşandan û hêza berdewamkirina têkoşînê ne. sekna bi wêrek û afrêner jinan a di têkoşîna azadî û wekheviyê de garantiya têkoşîna demokrasî û aştiyê ye.

Di kongreya me ya awarte de em carek din bang li hemû aliyên civakê dikin ku ji bo pêvajoya çêkirina qanûna bingehîn a demokratîk û aştiya civakî bi domînin bên cem hev. Em bibiryarbûna xwe ya di têkoşîna aştî û demokrasiyê xwe winda nakin. Ev berpirsyariya me ya li hemberî gelê me ye. Li dora nirx û pîvanên demokrasiya hevpar berfirehkirina têkiliyan dê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezintir bike. Em bang li kesên têkoşînê li ser piyan dihêlin, kesên xwedî li bingeha siyaseta demokratîk derdikevin, gelê me yê li dijî zextan serî netewandiye; hêzên ked, demokrasî û aştiyê, tevgera jinên azad û welatiyên xwedî wijdanin dikin ku hêza xwe bi ya me re bikin yek. Ji me hemûyan re qûwet be. Teqez em ê biserkevin.”