Kemalbay: Ji bilî HDP'ê hêvî li Tirkiyeyê nema ye

Serpîl Kemalbay, ku bû Hevseroka Giştî ya HDP'ê destnîşan kir, ku ji bilî HDP'ê hêviyeke Tirkiyeyê nema ye û got, ew dikarin tifaqên demokratîk çêbikin.

Serpîl Kemalbay, ku bû Hevseroka Giştî ya HDP'ê destnîşan kir, ku ji bilî HDP'ê hêviyeke Tirkiyeyê nema ye û got, ew dikarin tifaqên demokratîk çêbikin.

Ji ber ku parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hate betalkirin, di kongreya HDP'ê de Serpîl Kemalbay ji bo hevserokatiyê hate hilbijartin. Ji ber ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, piraniya parlamenter û rêveberên partiyê girtî ne, barekî giran dikeve ser milê Kemalbay.

Kemalbay a li Erdexanê ji dayik bû, di nava Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) de cih digire. Demeke direj bi xurtî tevlî têkoşîna kedê bû. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Herêma 1. a Stenbolê namzeta parlamenteriyê bû. Kemalbay, piştî kongreya HDP'ê mijarên di rojevê de ne û nexşerêya HDP'ê ji ajansa me re nirxand.

'EM Ê XWE XURT BIKIN Û TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Kemalbay diyar kir, hilbijartina wê ji bo hevserokatiyê biryara partiyê ye û anî ziman, ew ne namzet bû, lê piştî ku partiyê ev wezîfe da wê hate hilbijartin. Kemalbay ragihand, ew ê li ser 'Plana Rêya Têkoşîna Aştî û Demokrasiyê' ku Selahattîn Demîrtaş li ser dixebite, bisekinin û got, yek ji armancên sereke yên kongreya wan afirandina siyasetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Kemalbay diyar kir, bi kongreyê re ew xurt bûne, dixwazin têkoşînê mezintir bikin û got, "Li dijî partiya me bi her awayî êrîş tên kirin. Lê belê xweranegirtina esasî li ser serketina me ya di 7'ê Hezîranê de bû. Ji ber vê yekê li dijî me êrîş li pey hev hatin kirin. Rakirina destnedanê, girtina hevserokêên me. 5 hezar hevalên me yên li nava malan dixebitîn hatin girtin. Ev rewşeke normal nîne. Ev yek destwerdana li mafê gelan ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi rêyên demokratîk e. Di 7'ê Hezîranê de bi vî rengî bû. Di 1'ê Mijdarê de jî heman rêbaz hatin bikaranîn."

'DARBEYA SIVÎL LI SER KAR E'

Kemalbay destnîşan kir, ku ji ber nikarin pêşî li têkoşîna gel e mezin dibe bigirin, hevserok, parlamenter, hevşaredar û rêveber hatine girtin û got, "Ji bo di referandûmê de bi ser bikev,e dewletê berî referandûmê hevserokên me û bi hezaran endamên me girt. Tevî vê yekê jî, di 16'ê Nîsanê de zêdeyî nîvê gelên Tirkiyeyê got 'Na' û helwesta xwe ya ji bo demokrasiyê nîşan da. Em vê tabloyê weke hewldana vegerandina daxwaz û hewldanên gel ên ji bo guherînê dibînin. Di rewşa heyî de darbeya sivîl tê kirin. Em dikarin ji vê yekê re bêjin; darbeya sivîl."

'LI TIRKIYEYÊ JI BILÎ HDP'Ê HÊVÎ NAME YE'

Kemalbay anî ziman, wan çareserkirina pirsgirêka Kurd ku li Tirkiyeyê veguheriya kangrenê li pêşiya wan e û bal kişand ser plana ku Demîrtaş ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwest bê amadekirin. Kemalbay di vê mijarê de got, "Em hewl didin manîfestoyeke nû ya demokrasiyê ji gelên Tirkiyeyê re amade bikin. Ji bo formula jiyana bi hev re û çareseriya demokratîk ji nû ve ava bikin û nexşerêyekê di vî warî de bafirînin, ev manîfesto tê amadekirin... Ji bilî demokrasî û aştiyê ti rêyeke rizgariyê nîne. Ji ber vê yekê, ji bilî HDP'ê ti hêvî li Tirkiyeyê nema ye. Ji bo vê hêviyê mezin bikin û mîna ku serok Selahattîn got, ji bo keştiya hêviyê bigihînin benderê, çi ji destê me tê em ê bikin."

'DIBE KU EM TIFAQÊN DEMOKRATÎK BIKIN'

Kemalbay destnîşan kir, yek ji karê girîng ku piştî kongreyê danîne pêşiya xwe, rêxistiniya xurt e û diyar kir, ew êli taxan, li semtan rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Kemalbay got, "Ji xwe em partiyeke rêxistinbûyî ne. Em dixwazin rewşa xwe ya rêxistinî bi du qatan zêde bikin û siberojeke baş bidin gelên Tirkiyeyê. Em di wê baweriyê de ne, ku bi tifaqên demokratîk dikarin vê bikin."

'EM DIXWAZIN JINAN DI NAVA REFÊN XWE DE BIBÎNIN'

Kemalbay bang li jinan kir, ku bi rengekî xweser di nava HDP'ê de xwe bi rêxistin bikin û wiha dewam kir: "HDP'ê di têkoşîna jinê de pêngaveke girîng avêt. Ji ber ku li cîhanê têm caran tê dîtin, êrîşî HDP'ê kirin. Hem ji çîna kedkaran, hem jî ji jinan, kesên ku ji bo wan dihate gotin 'nikarin tevlî siyasetê bibin' di nava HDP'ê de siyasetê dikin. Ev yek desthilatdariyê aciz dike. Ji ber ku cihgirtina jinan bi rengekî wekhev di nava siyasetê de, ku bi sîstema hevserokatiyê tevdigerin, ji bo jinan rê li ber hişyariyeke mezin vedike. Jin li aliyê herî berxwedêr ê têkoşînê cih digirin. Ji ber vê yekê desthilatdarî û mêr timî êrîşî wan dikin. Li dijî bloka desthilatdariya ku naxwaze paradîgmaya azadîparêziya jinê xurt bibe, em ê xwe hê bi xurtî bi rêxisitn bikin û kolanan veguherînin qada berxwedanê. Li dijî pêkanînên faşîst ku dixwaze jin tenê li malê bin, em dixwazin jinan li qadên azad, li nava refên xwe bibînin."