Roja yekem a kongreya NAVDEM’ê bi dawî bû

4’emîn Kongraya NAVDEM’ê li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê hat lidarxistin. Di roja yekem a kongreyê de nirxandinên li ser xebatan hatin kirin.

4’emîn Kongraya NAVDEM’ê li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê hat lidarxistin. Di roja yekem a kongreyê de nirxandinên li ser xebatan hatin kirin.

Kongre bi beşdariya Hevserokên NCKD a Elmanyayê û YJK-E, YXK, Ciwanên Azad, Tev- Çand, Saziyên Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyan, NAV-YEK, FCÎK, FEDA, Komîteyên Rojava, Komîteyên Rojhilat, Enstîtû, Klûba Sporê û Nûnerên OKAN’ê ve di saet 12:00’an de destpê kir.

Kongreya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê ve destpê kir, ewilê Hevseroka NAVDEM’ê Fatoş Goksûngûr kir.

Piştî axaftinan rapora xebatên salekê hate xwendin û li ser xebatan gotûbêj hatin kirin.

Piştî nirxandinên hatin kirin roja yekem a kongreyê bidawî bû. Wê sibehê kongere di roja duyemîn de bi beşdariya hemû delegeyên NCKD ve dewam bike.