Li Belçîka û Elmanyayê Şehîdên Gulanê hatin bîranîn

Li paytext Brûksel a Belçîka û bajarê Bensheîm ê Elmanyayê Kurdistaniyan bi aktivîteykê Şehîdên Meha Gulanê bibîr anîn.

Li Komeleya Çanda Kurd a paytext Brûksel a Belçîkayê, di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokoratîk de ji bo Şehîdên 18’ê Gulanê aktivîteyek a bîranînê hate lidarxistin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Şehîdên 18’ê Gulanê bibîr anî û got: “Yên ku li ser vê rêyê meşiyan dizanîn ku wê şehîd bikevin. Qet û qet ji rêya bawer dikirin vengeriyan. Teslîmî hişmendiya faşîst û kapitalîst nebûn, têkoşîna azadiyê kiri. Di rêya Rêber Apo de meşiyan, bûn qehreman û bûn rêberên pêşeng.”

Li ser navê Komîteya Şehîdan jî Sûltan Ogreş û Zenep Gonger jî axivîn. Di bîranînê de peyama malbata Fermandara Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Besê Herekol a ku di sala 1998’an de li Botanê jiyana xwe ji dest dabû jî şandî hate xwendin.,

BENSHEÎM

Li bajarê Bensheîm ê girêdayî eyaleta Hessen a Elmanyayê jî Kurdistaniyan, li NCKD bi organîzeya Komîteya Malbatên Şehîdan bîranînek hate lidarxistin

Piştî axaftina Metîn Dîkmen û şûnde, hevserok Gulîstan Gîlgîç mafê axaftinê girt û qala kesayetên qehreman ên ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine kir. Helbesta ku li ser dayîk û bavê xwe Selamet Şahîn û Mehemt Şahîn ên ku beriya salekê di qetlîama Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû nivîsandibû, pêşkêşî Şehîdên Gulanê kir.

Berdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Ridvan Şavlî jî wiha got: “Em ê heta dawî şopdarên şehîdan bin. Em ê bîranînê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

Piştre jî ji Komîteya Têkiliyên Gel re Remezan Cîngoz jî axivî û wiha anî ziman: “Mîrasê ku ji Îbrahîm Bîlgînan heta Hakî Karer û Halîlan ji bo me hêlayî, îro hêla Ku gelê Kurd li cîhanê bên nasîn. Em ê hata dawiyê şopdarên wan bin, her erkê ku dikeve ser milê me bi cih bînin.”

Piştî axaftinên Huseyîn Şahîn û Ayşe Damrî aktivîte bi dirûşman ve bidawî bû.