Li Desteya Giştî ya EFJ’ê biryara “Televîzyonên Kurdî”

Di civîna Desteya Giştî ya sal ê ya Federasyona Rojanamevanên Navneteweyî (EFJ) de, bi piraniyan dengan li dijî tarîkirina weşanên televîzyonên Kurdî, nerazîbûn hate nîşandan.

EFJ, li 43 welatan 71 endamên sendîkayê wê hene û 320 hezar rojnamevanan temsîl dike. Li gorî agahiyên ji FEJ’ê, têkildarî her 3 televîzyonên Kurdî metin ji aliyê sendîkaya Fransî ve hate pêşkêşkirin. Metin bi piraniya dengan di civîna Desteya Giştî ya sal ê ya FEJ’ê ve hate erkêkirin, hat diyarkirin ku wê ji bo Serokatiya Kargeha Peyka Eûtelsatê ya Fransayê re bişînin.

Di pêşnûmeya ji aliyê sendîkayên SNJ Fransî, SNJ-CGT û CFDT-Joûranalîstesê ve hate pêşkêşkirin û erêkirin de, ev tişt hatin gotin:

-Divê her 3 televîzyonên Kurdî neyên girtin.

-Di Desteya Giştî ya 18-19’ê Gulana 2017’an a EFJ a li Bûkreşê hate kirin de, hate diyarkirin ku li dijî girtina weşanên her 3 televîzyonên Kurdî Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel ên ji aliyê Eûtelsatê ve fikarên wan ên kûr hene.

-Comeha 2017’an Sendîkayên Fransî (SNJ Fransî, SNJ-CGT û CFDT-Joûranalîstes) di dema pêvajoya biryara li ser her du televîzyonê Kurdî Med Nûçe û Newroz TV nerazîbûn nîşan dabûn û pişgirî kiribû. Edaleta Fransayê, ji bo cardin ev her du televîzyon dest bi weşanê bike biryar li ser Eûtelsatê kiribû.

-Îro, Eûtelsat a ku yek ji peyka herî mezin a Ewropayê ku beşek karê dewleta Fransa jî li gel heye, bûye amûrekî ya girêdayî rejîma Erdogan, bi zextan dixwaze weşana her 3 televîzyonên Kurdî bigire.

- Ev dezgehên çapemeniyê, di aliyê rojnamevan de rawestandina weşanên wan a ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ku li cîhanê weke girtîgeha herî mezin e, tê wateya darbeya azadiya îfadeyê.

-Sendîkayên Fransayê daxwaz ji patronê Eûtelsatê Rodolphn Belmer kir ku gefên kargehê nexe meryetê.

-Desteya Giştî ya EFJ’ê daxwaz kir ku azadiya mafê nûçegirtinê ya ku nirxê herî bingehîn ê Ewroapyê ye ku beşekî mezin ê wê li Fransayê ye û li ser israrên hikûmetê ku dixwaze di vê pêvajoyê de asteng bikin bidin rawestandin.

-Desteya Giştî bang kir ku divê Konseyar Rêveber van gefên tên dubarekirin bigihîne Konseya Ewroapyê û di aliyê meqamên Tirkiyeyê de jî were mudaxelekirin.”

Eûtelsat a ku yekem operatoruya Ewropayê ye, li ser daxwaza Tirkiyeyê 14’ê Nîsanê bi rêya kargehên xwe yên belavkar ferman dabû ku weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel bidin tarîkirin.

Eûtelsat beriya niha weşanên televîzyonên Kurdî dabû rawestandin. Ji ber vê sedemê Mijdara 2016’an Eûtelsat ji aliyê Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê ve hatibû mehkûmkirin. Dadgehê biryar dabû ku weşanên Med Nûçe TV û Newroz TV ji nû ve destpê bikin, Eûtelsat mehkûmî tezmînatê kiribû. Weşanên her du televîzyonan li ser daxwaza meqamên Tirk di Cotmeha 2016’an de hatibû girtin.