‘’HDP wê meşa xwe bi xurtir bidomîne’

Di kongreya HDP’ê de wekîl, mêvan jî axivîn û gotin Tirkiye bêyî HDP’ê nikare bi pêş bikeve û gotin,’’ Em bi hêz û coşa ‘NA’yê ya referandûmê hatin, bi armanc û îdîayeke meztir em ê kolanan tije bikin.’’ Mêvanên Kongreya HDP’ê ji ANF’ê re axivîn..

ERDOGMUŞ: WÊ NIKARIBIN BIBIN ASTENG


Wekîlê Amedê yê HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş diyar kir, HDP ji destpêkê ve heta niha li dijî şer li rêya çareseriyê geriyaye, piştî kongreyê wê bi rengekî xurtir û berbiçav bi xebatên pratîk di nav siyasetê de cihê xwe bigirin û got, ew bi kongreya xwe bi navê ‘kongreya çareseriyê’ bi nav dikin û wiha domand: ‘’HDP li gel êrîşan jî bi serkeftî li ser piyan maye û meşa xwe domandiye. Ji bo wekîltiya hevseroktiya me xistin me kongreya xwe pêk anî. Lê bi vê biryara neheq wê nikaribin xebatên HDP’ê asteng bikin, ji bo me tenê bêhnvedanek e.’’


YÎGÎTALP: ÇARESERÎ KOMARA DEMOKRATÎK E


Wekîla Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku Tirkiye di nav krîzeke giran de ye û çareseriya wê jî ew e ku destûreke demokratîk were danîne û komara demokratîk e. Yîgîtalp diyar kir ku ew ê piştî kongreyê ji bo neteweya demokratîk û komara demokratîk xebatên girîng bikin û got ‘’ji bo vê jî li dijî nêzîkatiyên faşîzan HDP li Tirkiyê xwedî cihekî girîng e. Ji bo vê jî piştî kongreyê em ê bi gelê xwe re xebatan bikin û li ser wê nîqaş bikin bê ka ji bo aştiyê em dikarin çi bikin.’’


BÎRTANE: EM Ê KUÇEYAN DAGIRIN


Endama MP’ê ya HDP’ê Mulkiye Bîrtane bal kişande ser wê ku li dijî partiya wan êrîşên giran hene, bi taybetî jin kirine hedef û desthilatdarî jinan ji civakê bêrî dike. Bîrtane diyar kir piştî kongreyê jin di nav HDP’ê de wê xebatên xurt bikin û wiha got: ‘’Kongreya me ku ji neçarî pêk hat wê qadên berxwedanê bi xwe re bîne. Em li ser projeyên nû xebatan dikin. Bi taybetî em jin em ê li kuçe û kolalan, li her deverê xebatan bikin. Em bi hêza û coşa ‘NA’yê ya referandûmê hatin, bi armanc û îdîayeke meztir em ê kolanan tije bikin.’’