Lîderê Goran Newşîrwan Mistefa li Stockholmê hate bîranîn

Lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, ku pêr li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn.

Merasîma bîranîn û sersaxiyê, li taxa Kîsta ya li bakurê Stockholmê hate lidarxistin. Wêneyên Mistefa li vê derê bi kulîlkan hatin xemilandin û find li pêşiya wan hatin vêxistin.

Di merasîmê de ku stran û sirûdên bi Kurdî hatin gotin, bi sedan kes amade bûn. Nûnerên Tevgera Goran û partiyên siyasî yên Kurd li vir axivîn û diyar kirin, Mistefa ji bo azadiya gelê Kurd heta dawiya emrê xwe têkoşiya, lewma wefata wî ji bo gelê Kurd windahiyeke mezin e. Dostên Mistefa jî bîranînên xwe ji beşdaran re gotin.

Rewşenbîrê Kurd Omer Şeyhmûs bibîr xist, ku Mistefa yek ji damezrînerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan e û anî ziman, wî berjewendiyên gel datanî pêşiya her tiştî û di vê oxirê de têdikoşiya.

Şeyhmûs diyar kir, Mistefa di heman demê de yek ji rewşenbîrên Kurd ên naskirî bû, bi 5 zimanan dizanîbû û got, "Wefata wî ne tenê ji bo Tevgera Goran, ji bo tevahiya gelê Kurd windahiyek e. Lewma em ê gelekî bêriya wî bikin."

Nûnerê Tevgera Goran ê li Swêdê Amanj Mala-Alî ji ANF'ê re axivî û anî ziman, Mistefa yek ji kesên destpêkê bû, ku li Başûrê Kurdistanê pêşengî ji têkoşîna azadiya Kurdan a li dijî rejîma Iraqê dikir. Mala-Alî destnîşan kir, ku wefata Mistefa ji bo têkoşîna avakirina civakeke azad û wekhev a gelê Kurd, windahiyeke mezin e.

Mala-Alî diyar kir, ji bo bîranîna Mistefa wê Tevgera Goran têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd mezintir bike û li ser pirsa "der barê bomberdûmana Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hûn çi difikirin?" got, "Weke Tevgera Goran em li dijî her şêwe zext û êrîşên welatên cîran ên li dijî Başûrê Kurdistanê ne. Em êrîşên dewleta Tirk ên li Qendîl û Şengalê şermezar dikin. Êrîşên bi vî rengî li şûna çareseriyê, pirsgirêkan girantir dikin. Bombekirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve, PKK qels nekir. Em dibêjin, bi bomberdûmanê û şer pirsgirêk çareser nabe û divê bi rêbazên aştiyane çareser bibe. Dive dewleta Tirk dawî li van êrîşên xwe bîne, ku zirarê dide sivîlan."

Di dema merasîmê de nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, PYD, PJAK û KNK'ê axivîn û xemgîniya xwe ya ji ber wefata Mistefa anîn ziman.