Li Amed û Îzmîrê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

Li Amed û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafên mirovan  ji bo windayan çalakî lidarxistin.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 432'an de pirsa windayan kirin û daxwaza xwe ya darizandina kujerên windayan dubare kirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 432'an li avahiya ÎHD'ê ya Amedê lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hilgirtin. Malbatan daxwaza xwe ya darizandina kujeran dubare kirin.  Pirsa kujerê Ahmet Okûyûcû hat kirin ê ku di 27'ê Çileya 1993'an ji aliyê kesên ne diyar ve li Farqînê hatibû qetilkirin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew 432 hefte ne pirsa kujerên windayan dikin û wiha axivî: "Dive raya giştî û saziyên sivîl xwedî li windayan derbikeve. Dive dewlet kujeran derbêxe holê û bide darizandin. Salane banga darizandina kujeran dikin lê mixabin heya îro jî tu kujer ne hatine darizandin û cezakirin. Li gel nedarizandinê kujer hatine xelatkirin.”

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê jî qala çîroka Ahmet Okûyûcû kir û got, “Dema ku Ahmet Okûyûcû li dikana xwe ye, di saet 14.00-15.00’an de  du kes tên dikana wî û tiştekî dixwazin. Dema ku Ahmet xwe dirêjî refan dike ji paş ve 24 gulan bera wî didin û li wê derê dimire. Dûre jî kujerên wî ji bo ku baş bawer bibin tên nexweşxaneyê.”

ÎZMÎR

Şaxa (ÎHD) ya Îzmirê jî bi heman armancê bi silogana “Bila winda bên ditin, kujer bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 383’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û reveberên ÎHD'ê Li qada Konakê li pêş Sumerbankê kom bûn û daxuyanî dan. Çalakvanan wêneyên windayan hildan û pankarta “Li wijdanên windayan xwedî derkevin" û “Winda diyar in, kujer li ku ne" vekirin. Li ser navê komê ÎHD'ê Caner Canli daxuyanî xwend û xwest winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

Canli diyar kir ku li gorî rapora ÎHD’ê heta niha 800 kes di binçavan de hatine windakirin û got, “Yên ku ev kes dane windakirin wê hesap bidin. ÎHD di vî warî de wê têkoşîna xwe bidomîne. Mebesta me ev e ku winda werin dîtin û ceza li kujerên wan were birrîn”.