Xebatkarên ETHA'yê ji bo hevalên xwe yên girtî di çalakiyan de bû

Xebatkarên ETHA'yê girtina Meşale Tolû ya wergêr û binçavkirina nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp protestokirin.

Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) girtina Meşale Tolû ya wergêr û binçavkirina Nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp li Qada Dêrê ya Kadikoy a Stenbolê bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Daxuyaniya çepemeniyê ji aliyê Nûçegihanê ETHA'yê Elî Sonmez Kayar ve hat xwendin û wiha hate gotin: "Hedefa operasyona Qesr/AKP'ê ya li ser rojnamevanên mûxalîf wergervana ETHA'yê Meşale Tolû bû. Hevala me Tolû ya ku beriya 1'ê Gulanê rojekê ku bi zarokê xwe yê temen 2 salî re dema li malê bû, polîsan avêtin ser malê û ew binçavkir û êşkence lêkir. Tolû bi hinceta 'endamê rêxistinê' ye hate girtin."

Kayar diyar kir ku rojnamevan di hedefa îxtidarê de ye û wiha got: "Beriya niha çend rojan Gerînendeyê Weşana Giştî yê Malpera Înternetê ya Rojnameya Cûmhûryetê Ogûz Guven ku ji ber manşeta nûçeyekê hate girtin. "

'LI TIRKIYEYÊ ROJNAMEVANÎ NE SÛCE'

Kayar bal kişand li ser zextên li ser wan û çapemeniya mûxalîf û wiha pêde çû: "Herî dawî vê sibehê nûçegihana me Pinar Gayîp di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Beriya wê ji polîsan 2 caran avêtibûn ser avahiya ajansa me û dest danîbûn li ser hemû arşîvên me. Têkildari ajansa me dozek tenê ji ne hate vekirin. Lê belê beşek mezin ji arşivên me niha li Miduryeta Emniyetê ya Stenbolê ne. Ji ber meylên Zava Berat Albayrak kirina nûçe li ser rojnamevanan operasyona RedHack dane destpêkirin midûra berpirsê ajansa me Derya Okatan hatibû binçavkirin û 27 rojan binçavkirî ma. Ji ber bertekên raya giştî ji girtîgehê rizgar bû. Ji heman dosyayê Edîtorê DÎHA Omer Çelîk, xebatkarê BîrGun Mahîr Kanaat, Edîtorê Dîken Tûncva Ogreten hê jî di girtîgehê de ne."

Piştî axaftina Kayar, bavê Meşale Tolû Elî Riza Tolû axivî û got: "Ez li cem keça xwe me. Li Tirkiyeyê rojnamevanî ne sûce. Ez bi keça xwe re axivin û li pişt hemû biryarên keça xwe me."