Di kongreya HPD'ê de peyama 'Bi berxwedanê em ê qezenç bikin'

Kongera HDP'ê ya ku ji mecbûrî çêbû li Enqereyê dest pê dike. Di kongreyê de wê peyama Demirtaş û Yuksekdag werin xwendin.

Jinên di nava partiyê de  ji bo hevserokatiyê  biryar li ser  Kemalbay dan. Di salona kongreyê de peyama 'Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin' hate dayîn.Di kongreya 3. a Awarte ya HDP'ê de ku ji mecbûrî hate lidardixin, wêneyên hevserokên girtî Demirtaş û Yuksekdag, parlamenterên girtî, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredarên Amed û Wanê li salonê hatin daliqandin.

Ji ber xistina parlamenterî û endamtiya partiyê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Kongreya 3. a Awarte dest pê dike. Tenê delege û nûnerên saziyên yekbûyî yên HDP'ê hatine vexwandin ji bo kongreyê. Li salona kongreyê postrê mezin yê Hevserok Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Sebahet Tuncel, Parlamenterên HDP'ê yên girtî Idrîs Balûken, Çaglar Demîel, Ayhan Bîlgen, Ferhat Encû, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Bûrcû Çelîk, Nûrsel Aydogan û Besîme Konca ku di derbarê wan de biryara girtinê hatî dayîn, Hevşaredarên Amed'ê yên girtî Gulten Kişanak û Firat Anli, Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya ku li ser peyama 'Bi berxwedanê em ê bi sererbikevin' hat rakirin.

'DAWÎ LI TECRÎDÊ WERE; BI CIWANÎ EMÊ BI SERKEVIN!

Di pankartan de ku li salonê hatin bicih kirin  ev peyam derketin pêş; "Em xwedî li îradeya xwe derdikevin', 'Ji xwendevanên girtî û cezaxwarî re azadî', 'Dawî li destdirêjiya zarokan were' , 'Keda me, bedena me, nasnameya me ya meye', 'Komara demokratîk, welatê hevpar', 'Me bi ciwanî destpêkir, emê bi ciwanî serbikevin' , 'Dawî li tecrîda li Îmarliyê were' ,'Ji bo destûra bingehîn a demokratîk em bi civin', 'Dawî li cinayetên jinan were', 'Ji bo jiyanekî nû demokrasiya radîkal'.

Di kongreya ku wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê were hilbjartin, peyama Demirtaş û Yuksekdag ji aliyê Berdevkê HDP'ê Osman Baydermir û Namzetê Serokatiya Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ve were xwendin.Dîsan Baydemir, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dirayet Taşdemir mafê axaftinê bigrin û wê li ser navê Meclîsan Ciwanan ji axaftinek were kirin.

NAZMETÊ HEVSEROKATIYÊ KEMALBAY

Wê li cihê Yuksekdag Serpîl Kemalbay bibe hevserok. Namzetiya Kemalbay ji aliyê jinên di nava HDP'ê ve hatibû diyarkirin.