Kongreya HDP’ê dest pê kir: Wê hesab bidin!

Kongreya 3’yan a HDP’ê dest pê kir. Serokê Dîwana Kongreyê Urtuk bal kişande ser hevserok û wekîlên girtî û got, ‘’Îro wê li dîroka têkoşîna Tirkiyê were nivîsîn. Berpirsê vê şermê li ber dîrokê wê hesab bidin.

Kongreya Asayî ya 3’yan a HDP’ê li Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê dest pê kir. Ji bo ku wekîltî û endamtiya partiyê ya Hevserokê Giştî Fîgen Yuksekdag ket, HDP neçar ma kongreya xwe pêk bîne û ji bo vê jî ji bilî delegeyan û pêkhateyên HDP’ê kongre ji mêvanan re girtiye.

Di salona kongreyê de wêneyên hevserok, şaredar û wekîlên girtî yên HDP’ê û DBP’ê hatin daliqandin.

Destpêkê Muhe Yamanyilmaz axivî û bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Ermenî slav da.

 ‘’ME PIRANIYA DELEGEYÊN XWE NEANÎ JI BER KU..’’

Serokê Dîwanê Alî Urkut hate hilbijartin, Atiye Ereb û Huda Kaya bûne endam. Urkut axaftineke kurt kir, bi bîr xist ku kongreyên berê li salonên meztir û bi tevlêbûneke gelek pêk anîne û got, ‘’ev kongre cuda ye, ev kongre ji neçarî bû, li me hate ferzkirin. Em jî bi tevlêbûna delegeyan mecbûr man ku vê kongreya mecbûrî pêk bînin. Me nekarî ku hemû delegeyên xwe jî bînin kongreyê; ji ber ku piraniya wan niha li girtîgehê ne.’’

‘WÊ HESAB BIDIN’

Urkut diyar kir 20’ê Gulanê li wê dîrokê rast hatiye ku darbe li Meclîsê hatiye kirin û destlêndana HDP’yiyan hatiye rakirin û got: ‘’îro di serî de hevserokên me, wekîlên me ne bi me re ne. Ji bo me wateyeke wiha ya vê rojê heye. Dîroka têkoşînê ya Tİrkiyê wê vê rojê, vê tabloya reş binivisîne. Berpirsê vê di serî de desthilatdar û muxalefet wê li ber dîrokê hesabê vê bidin.’’