'Çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê li ber zikratê ne'
Li herêma Mûsila Berê çeteyên DAIŞ’ê li qadeke bi berfirehiya 2 kîlometreyî hatine asêkirin. Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî got, "DAIŞ li Mûsilê li ber zikratê ye."
Li herêma Mûsila Berê çeteyên DAIŞ’ê li qadeke bi berfirehiya 2 kîlometreyî hatine asêkirin. Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî got, "DAIŞ li Mûsilê li ber zikratê ye."
Operasyona xilaskirina Mûsilê ya ji çeteyên DAIŞ’ê ya artêşa Iraqê berdewam dike. Ji şevê din ve li herêma Mûsila Berê deverên El Mişahede, Beyiz û Reîsûlcade ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Tê gotin çeteyên DAIŞ’ê li qadeke bi berfirehiya 2 kîlometreyî hatine asêkirin.
Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî ji ANF’ê re axivî û got, beriya niha deverên rêya Farûq û Şîfa hatine kontrolkirin û got, "Artêşa Iraqê bi pêş ve diçe. Xeleka li dor DAIŞ’ê teng dibe, DAIŞ ketiye çiqûbera bi berfirehiya 2 kîlometreyî."
Sûrçî got li devera ku DAIŞ’ê lê hatiye asêkirin bi 10 hezaran sivîl hene û wiha domand: "Artêşa Iraqê hewl dide ji bo sivîlan korîdorekê veke. Rewşa sivîlan ne baş e. Li gorî agahiyên berdest DAIŞ rojane tenê 2 kîlo genim dide."
Sûrçî diyar kir, operasyon ber bi dawiyê ve diçe, nêz e ku DAIŞ têkçûnê qebûl bike û got: "Em dikarin bibêjin DAIŞ ji hêla leşkerî ve têk çûye. Çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê di zikratan de ye."
Artêşa Iraqê duh daxuyanî dabû û gotibû li Mûsila Berê gelek dever ji DAIŞ’ê hatine paqijkirin. Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî jî gotibû bajar di nava çend rojan de wê ji çeteyan were paqijkirin.
Artêşa Iraqê, Heşdî Şebî û hêzên Pêşmerge bi desteka hewayî ya koalîyona bi pêşengiya DYA’yê 17’ê Cotmeha 2016’an bi mebesta ku Mûsilê, ku 10’ê Hezîranê ketibû destê DAIŞ’ê ji çeteyan paqij bike operasyon dabû destpêkirin.
Piştî ku derdora Mûsilê ji DAIŞ’ê hatibû paqijkirin operasyona bi ser navendê de dest pê kiribû. Meha Çele beşê rojhilat ê Çemê Dîcle yê Mûsilê ji çeteyan hatibû standin. Piştre bi ser rojavayê bajêr ve operasyonê dest pê kiribû.