Komîsyona Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Berlînê, duh li hev rûnişt. Di rûniştina duh êvarê de, lîsteyên ku Tirkiyeyê radestî Elmanyayê kirine ketin rojevê. Senatorê Karên Hundir ê Eyaleta Berlînê Andreas Geîsel li ser lîsteyên MÎT'ê agahî da komîsyonê û anî ziman, ji sala 2015'an û vir ve bi giştî 5 lîste ji Elmanyayê hatine.
Geîsel diyar kir, li ser karê kesên di lîsteyê de navê wan hene agahiyeke şênber li ber destê wan nîne û got, "Ev lîsteyên navborî bi giranî ji bo çavtirsandinê hatin dayin." Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê jî ragihand, 80 kes û saziyên navê wan di lîsteyên navborî de hene, li Berlînê ne û hatine hişyarkirin.
Balkêş e, hêzên ewlekariyê yên Elman heta niha tenê kes û saziyên civata Gulen hişyar kirine. Tevî ku di van lîsteyan de navê gelek siyasetmedarên Kurd hene jî, ti ji van hê nehatine hişyarkirin.
ANF'ê di meha Gulanê de bi sernavê "Elmanya lîsteya sûîqestê ya MÎT'ê vedişêre" weşandibû û Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser mijarê gotibû, "Ez ji çavkaniyekî dostê gelê Kurd hîn bûm, ku di lîsteya navborî de navê min heye. Lê belê ji bilî vê yekê, ti ji rayedarên ewlekarî û hikumetê hişyarî nedane min."
LÎSTEYÊN MÎT'Ê HER DI ROJEVÊ DE NE
Karê îstîxbarata Tirk ê li Elmanyayê her di rojevê de ye. Herî dawî, di hejmara duh a rojnameya Dîe Welt de hatibû nivîsandin ku MÎT'ê li ser siyasetmedarên Elman agahî kom kiriye. Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand, ku bi taybetî siyasetmedarên pispor ên li qadên karên hundir, karên derve û parastinê hatine şopandin.
Rayedarekî Rêxistina Emniyetê ya Elman (BKA) jî anî ziman ku ew li ser mijarê bi parlamenterên Elman re axivîne. Rayedarê BKA diyar kir, di hevdîtinê de ew li ser xebatên şopandinê yên MÎT'ê û êrîşên gengaz ên neteweperestên Tirk sekinîne.
Li gelemperiya Elmanyayê 20 Tirk ketine ber lêpirsînê. Li gorî çapemeniya Elman, dozgeriya federal der barê 'kesên nayên zanîn' ên bi MÎT'ê re dixebitin, lêpirsîn daye destpêkirin.
Endamê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku hefteya derbasbûyî biryara girtina wî hate dayin û ji meha Kanûnê û vir ve di girtîgehê de ye, li xwe mikur hatibû ku ew ajanek e. Ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan, ku ji bo sûîqesta li dijî siyasetmedarên Kurd şandin Elmanyayê, wê rûniştina doza li hemberî wî di payizê de dest pê bike. Dozgeriya federal raihandibû ku Sayan di berdêla sîxuriyê de 30 hezar Euro standiye.