Kedkarên ku bi BHQ’ê ji kar hatibûn derxistin, Sêwas ji bîr nekirin

Endamên Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê yên ku 19 hefte ne li Kadikoy Alti Yolê li hemberî BHQ’ê li ber xwe didin, di salvegera 24’emîn a Qetlîama Sêwasê de, 35 canên jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn.

Endamên Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê yên ku 19 hefte ne li Kadikoy Alti Yolê li hemberî BHQ’ê li ber xwe didin, di salvegera 24’emîn a Qetlîama Sêwasê de, 35 canên jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn. Di bibîranînê de helbestên ozanên ku jiyana xwe ji dest dane, hatin xwendin.

‘LI HEMBERÎ YEZÎTAN EM Ê XWE JI XWELIYA XWE BAFIRÎNIN’

Di bibîranînê de Mehmet Sari yê ku ji kar hatibû derxistin axivî got: “Em ê bi hêviya kesên ku semayê digerînin xwe vejîn in. Em ê ji dêvila ku li Kerbelayê teslîm bibin, em ê wekî Hz. Huseyîn li ber xwe bidin û li hemberî Yezîtan em ê bibêjin ‘Ma we hîç dîtiye ku em teslîm bûne.”

Li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê mamoste Songul Tunçdemîr ya ku ew jî ji kar hatiye derxistin axivî. Tûnçdemîr bibîr xist ku 24 sal ji ser Qetlîama Sêwasê derbas bûye û got: “Di 2’yê Tîrmeha 1993’an de li pêş çavê cîhanê 35 canên me şewitandin. Ji wê rojê heta îro gelek qetlîamên din hatin kirin, gelek ciwanên me bêyî sûc hatin înfazkirin, bi bombeyan gelê me yên sîvîl hatin qetilkirin.

Ew kesên ku 35 canê me ji me stendin îro jî li Gezî, Reyhanli, Soma, Sûrûç, Enqere, Sûr, Cizîr, Taksîm û Dîlokê qetlîam pêk anîn. Qatilên van qetlîaman serbest berdan û wekî ku xelatê bide, ceza da wan.”