Li Swêdê, li sê navendan çalakiya kon a azadiya Ocalan hate lidarxistin
Li 3 navendên cuda yên Swêdê, li Stockholm, Goteborg û Orebroyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aktivîteyên kon hatin lidarxistin.
Li 3 navendên cuda yên Swêdê, li Stockholm, Goteborg û Orebroyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aktivîteyên kon hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li navenda Medborgarplates a Stockholm, navenda Mîllenîûmtorge a Goteborûgê û navenda Storatogret a Orebroyê kon danîn, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin, raya giştî ya Swêdê hişyar kir û daxwaza azadiyê kirin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Şûkran Yeşîl, têkildarî aktivîteyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku weke vîna 40 milyon Kurdiye nayê qebûlkirin.
Yelîl destnîşan kir ku gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd jî xwe di nava tecrîdê de dibînin û got: “Em dikevin wê hîsê ku nefesa em digirin di qirika me de dimîne. Ocalan ji bo jinên Kurd xwedî wateyekî hê cuda ye. Em bi saya Ocalan fêrî azadî û jiyana azad bûn.
Ji Meclîsa Jina Kurd a Amara Îmran Yildiz jî diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya jinê ye û got: “Tirsa herî mezin a rejîmên mêtînger ên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, têkoşîna jinên Kurd ya li her qadê lê ne dike ye. Ev bi saya Ocalan pêk hatiye. Em ji bo wê weke jinên Kurd heta azadiya Rêbertiya xwe bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Yeşîl û Yildiz di serî de bang li hemû jinan û hemû Kurdistaniyên û dostên wan ên li Swêdê dijîn kir kû ji bo azadiya Ocalan û başdarî çalakiyên kon ên tên lidarxistin bibin.
Çalakiyên kon ên ku roja Pênçşemê destpê kiribûn, wê bi çalakiyên girseyî ku roja Şemiyê bên lidarxistin ve bi dawî bibin.
CIH Û SAETÊN ÇALAKIYAN
Stockholm: Qada Medborgarplatsen / Roj: Înê/Saet: 14:00-19:00/ Mîtîng Roja Şemî saet: 16:00
Goteborg: Qada Mûllenîûmtorget/ Roj: Înê / Saet: 14:00-19:00/ Mîtîng Roja Şemî saet: 18:00
Orebro: Qada Storatorget/ Roj: Înê / Saet: 14:00-19:00/ Mîtîng Roja Şemî saet: 16:00