Pêkhateyên HDP’ê: Em ê xwedî li Sûrê derkevin

Pêkhateyên HDP’ê, têkildarî hilweşandina Sûrê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Ji pêkhateyên HDP’ê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu, Serokê Giştî yê SYKP’ê Ahmet Kaya, Alîkara Serokê Giştî yê ESP’ê Fadîme Çelebî û Hevseroka DBP’ê ya Stenbolê Hulya Aydogdû li rêxistina bajêr a HDP’ê têkildarî hilweşandina Sûrê ya bi destê dewletê civîna çapemeniyê lidar xistin.

‘PLANA HILWEŞANDINÊ TÊ KIRIN’

Hevserokê Giştî yê SKYP’ê Kaya di civînê de axivî û got “Tişta ku li Sûr û cihên din dikin, dixwazin vîna Tevgera Azadiyê ya Kurd û ya gelê Kurd bişkînin û ev plan jî ya sala 2014’an e.

Wekî ku hûn jî dizanin dîroka Sûrê digihêje B.M. 5 hezar salan. Li vê derê çand û ziman li hev zêde bûne. Divê mirov bi vî awayî li Sûrê binihêre.

Li Sûrê dewletê bi xwe diyar kiriye ku divê 595 avahî werin parastin. Di 2015-2016’an de êrîşî Sûrê kirin. Nêzî 45 hezar mirovan koç kirin. Ji 18 taxên Sûrê 6 heb jê hatine hilweşandin.

Beşeke mezin a taxa Alîpaşa hilweşandine, niha jî dora Lale Bey e. Pê re jî wê taxên din jî hilweşînin.”

ARMANCA DEWLETÊ

Kaya armanca dewletê ya hilweşandina Sûrê wisa rêz kir:

*Xerabkirina demografiya Sûrê

*Guherandina dîrok û çandê

*Tunekirina çanda hevgirtinê

*Dixwaze bike qada rantê

*Sûrê bike qereqol.

‘PLANA ŞARK ISLAHATÊ TÊ KIRIN’

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Hulya Aydogdû jî diyar kir ku tiştên li Sûrê tên kirin dûmahîka Plana Şark Islahatê ye û got: “Ji Plana Şark Islahatê û heta niha koçkirin didome. Sûr, Cizîr, Nisêbîn hatiye hilweşandin. Sûr ji bo me sembol e. Li wê derê jiyaneke hevpar heye. Dixwazin bîra dîrokî ya hevpar û çanda hevgirtinê ji holê rakin. Dixwazin wê ji kokên wê dûr bixînin.”