Tirkiye li plana xwe ya dagirkeriyê mikur hat

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Kaynak mikur hat, ku ji bo dagirkirina Efrînê wan li hev kirine. Kaynak got, "Wê pêwîstî pê hebe ku herêma Efrînê ji terorê, ji terorîstan bê paqijkirin."

Veysî Kaynak li Mereşê axivî û daxuyaniyek da, ku bi vê daxuyaniya xwe nûçeya me ya duh a li ser plana dagirkirina Efrînê piştrast kir.

Kaynak got, "Weke AFAD'ê em li ser Girê Akîl ku cihê herî bilind ê El Babê ye, baregeheke jendermeyan ava dikin. Kêm maye baregeha me biqede. Lewma em ê ewlekariya El Babê bi polîs û jendermeyên xwe bikin. Ji bo qewînbûna herêmê hewldan dewam dikin. Lê belê ji bo vê jî, bi nêrîna min a şexsî, divê herêma Efrînê ji terorîstan bê paqijkirin."

Kaynak diyar kir, bi Wezareta Karên Derve û MÎT'ê kar tê kirin û qala plana xwe ya dagirkirinê kir: "Di hevdîtinên Astanayê de wê bi vî rengî nêrîna Tirkiyeyê ya 'herêma ewle' bikeve meriyetê. Bendewarî heye ku ewlekariya herêma Îdlibê jî ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve bê kirin. Ji ber van hemûyan, herêma Efrînê em ji aliyê sÎnorê Tirkiyeyê ve, li ser sînorên me yên Kîlîs û Hatayê ye. Hem jî ji aliyê ewlekariya herêmê ve divê ji terorîstan bê paqijkirin. Naxwe kes nikare ne ewlekariya Ezazê garantî bike, ne ya Mareyê, ne ya El Babê, ne jî ya Îdlibê. Xebatên Tirkiyeyê yên di vê xusûsê de dewam dikin."

ME DUH NIVÎSANDIBÛ

Di nûçeya me ya duh a li ser mijarê de, çavkaniyekî ji Şamê ku agahî da ANF'ê gotibû, "Piştî operasyona Reqayê, berjewendiyên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di astekê de gihîştin hev." Çavkanî diyar kiribû, Tirkiye bi rêya Îran û Rûsyayê bazarê bi rêveberiya Esad re dike.