Girtiyên sirgûnî Denîzliyê kirin, li hucreyên şexsekî tên girtin
14 girtiyên beriya niha bi 10 rojan ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hatin kirin, li hucreyên şexsekî tên girtin.
14 girtiyên beriya niha bi 10 rojan ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hatin kirin, li hucreyên şexsekî tên girtin.
10 girtiyên di 17'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Danîzliyê hatin kirin, ev 10 roj in di hucreyên şexsekî de tên girtin. Ji hikumxwarên hatin sirgûnkirin Sezer Ozkan roja Duşemê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, rewşa wan gelekî nebaş e. Bavê Ozkan Liyadîn Ozkan diyar kir, ku kurê wî jê re gotiye, "Gardiyanan li wan dane û piştre ew yek bi yek xistine hucreyan."
Bav Ozkan bibîr xist, kurê wî zexta sekna bi rengê leşkerî, lêgerîna bi awayekî tazî û astengiyên li pêşiya qadên civakî qebûl nekiriye, lewma ji Girtîgeha Antalyayê hatiye sirgûnkirin. Ozkan got, ew ji ber rewşa kurê xwe bi fikar in.
Ozkan diyar kir, kêm caran dikarin bi rêya telefonê bi kurê xwe re baxive û serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mersînê da û bang li raya giştî kir. Bav Ozkan ji her kesî xwest, ku zext û zordariya li girtîgehan tê kirin bibînin û li dij derkevin.
Der barê mijarê de em bi rêya telefonê li rayedarên girtîgehê geriyan, lê rayedar got, ew nikare der barê mijarê de agahiyê bide û telefon girt.