Ebadî: Dewleta sixte ya DAIŞ’ê rûxiya
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku bi kontrolkirina Mizgefta El Nûrî ya li Mûsilê re dewleta sixte ya DAIŞ'ê rûxiya.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku bi kontrolkirina Mizgefta El Nûrî ya li Mûsilê re dewleta sixte ya DAIŞ'ê rûxiya.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê tora civakî têkildarî kontrolkirina Mizgefta El Nûrî ya ku artêşa Iraqê ji çeteyên DAIŞ’ê stendiye, daxuyaniyeke kurt da.
Ebadî got: "Li seranserî Iraqê em ê li pey çeteyên DAIŞ'ê bin. Yan wê werin kuştin, yan divê xwe radest bikin. Ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve teqandina Mizgefta El Nûrî û Minareya Hedba û îro jî kontrolkirina wê ji bo welat ragihandina bi dawî hatina DAIŞ'ê ye."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê bajar bi temamî hatiye paqijkirin. Lê tê diyarkirin ku hin cih hîn di destê DAIŞ’ê de ne.
Tê payîn were îlankirin ku Mûsil bi temamî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî wê daxuyaniyê bide.
Di rojên dawîn de operasyona di 17’ê Kewçêra 2016’an de hatibû destpêkirin li herêma Mûsila kevn dihat kirin. Piştî paqijkirina Mizgefta El Nûrî ya ku serekê DAIŞ’ê Ebûbekîr Bexdadî di 2014’an de li vê derê xelîfetiya xwe îlan kiribû, Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji bo axaftina rizgarbûnê bike, diçe bajêr.
Di destê sibehê de li gorî daxuyaniya ofîsa Bexdadî, Ebadî bi fermandarên operasyona Mûsilê re civiyaye û ferman daye ku bajêr bi temamî paqij bikin.
Ebûbekir Bexdadî piştî ku di 10’ê Hezîrana 2014’an de Mûsil dagir kiribû di 28’ê Hezîranê li Mizgefta El Nûrî xelîfetiya xwe îlan kiribû.