Di derbarê 7 rojnamevanan de îdîaname hate amadekirin

Li Stenbolê di derbarê rojnamevanên 3 ji wan girtî yên serdegirtina 25’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin, îdîaname hate amadekirin.

Derbarê rojnamevanên ku di serdegirtina 25’ê Kanûna 2016’an de ku li navenda Stenbolê bi hinceta nûçekirina e- postên Wezîrê Çavaniyên Xwezayî û Eneriyê Berat Albayrak ê ku Red hack parvekiribûn hatibûn binçavkirin, îdîaname hate amadekirin. Di derbarê Midûrê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a ku bi BHQ’ê hate girtin Omer Çelîk û Midûr Derya Okatan, Edîtorê Berê yê Kîken Tûnca Ogreten, Midûra Karê Nivîsê yê Berpirsê yê Ajansa Nûçeyan a Etkîn Derya Okatan, Berpirsê Hesabgirê Rojnameya BîrGûn Mahîr Kanaat, Midûra Karê Nivîsê yê Berpirsa Rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin û Nûçegihanê Rojnameya Die Welt a Elman ê Tirkiyeyê Denîz Yûcel de îdîaname ji aliyê dozgerê çapemeniyê ya Edliyeya Stenbol a li Çaglayanê ve hate amadekirin. Îdîanameya ku piştî 163’ê rojan û şûnde hate amadekirin, şandin 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran.

Di lêpirîsînê de Omer Çelîk, Tûnca Ogreten û Mahîr Kanaat ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin, Derya Okatan, Metîn Yoksûl û Eray Sargin jî ji derve tê darezandin.

Nûçegihanê Rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel ê welatiyê Elmanyayê ye jî ku ji heman dozê tê lêpirsîn, 14’ê Sibatê ji bo ku îfade bide çûbû dadgehê di 27’ê Sibatê de hatibû girtin.